Bi şêv û roj aramiya herêmê diparêzin

Ji navçeya Eyn Îsa nêzî 100 ciwanan cihê xwe di nava Hêzên Parastina Civakî de girtiye û bi koordîneya Hêzên Ewlekariya Hundirîn parastinê dikin.

Bi şêv û roj aramiya herêmê diparêzin
Bi şêv û roj aramiya herêmê diparêzin
Bi şêv û roj aramiya herêmê diparêzin
Bi şêv û roj aramiya herêmê diparêzin
Bi şêv û roj aramiya herêmê diparêzin
Bi şêv û roj aramiya herêmê diparêzin
Bi şêv û roj aramiya herêmê diparêzin
Bi şêv û roj aramiya herêmê diparêzin
Bi şêv û roj aramiya herêmê diparêzin
3 mijdar, 2018   07:04

EHMED EL-KEMYAN – TIRKÎ EL-KALIT / GIRÊ SPÎ

Piştî rizgarkirina navçeya Eyn Îsa ya kantona Girê Spî ji aliyê şervanên QSD‘ê ve ji çeteyên DAIŞ‘ê û vegera şêniyan li warê xwe, derdora 100 ciwan tev li Hêzên Parastina Civakî (HPC) bûn û li gel Hêzên Ewlekariya Hundirîn parastinê dikin.

Hêzên Parastina Civakî ango "Hêzên Parastina Cewherî" navend, sazî û taxên navçeyê û sûra kampê diparêzin. Her wiha 7 bendên wan ên kontrolê hene û bi şev nobeta parastinê digirin.

Li gel vê jî Hêzên Parastina Civakî çalakiyên gel bi rêxistin dikin û diparêzin. Dewriyeyên Hêzên Parastina Civakî 24 saetan di tevgerê de ne û bi koordîneya Hêzên Ewlekariya Hundirîn xebatên parastinê bi rê ve dibin. Endamên Hêzên Parastina Civakî dema tê xwestin jî destekê didin hêzên leşkerî.

Li ser mijarê endamên Hêzên Parastina Civakî Îbrahîm El-Hemed û Îbrahîm El-Xelef anî ziman ku ew bi armanca parastina navçeyê tev li vê hêzê bûn.

Berpirsê Hêzên Parastina Civakî Mihemed El-Îbrahîm anî ziman ku bi şev û roj bi koordîneya Hêzên Ewlekariyê nobedariya bendên kontrolê dikin û dewriyeyên şevê bi rêxistin dikin. Mihemed El-Îbrahîm bang li ciwanên navçeyê kir ku cihê xwe di Hêzên Parastina Civakî de bigirin û aramiya navçeyê biparêzin.

ANHA