Li Şehbayê astengdarek li benda alîkariyê ye

Elî yê ku ji her du lingên xwe de astengdar e, ji ber nebûyîna derfetên madî nikare tedawî bibe.

Li Şehbayê astengdarek li benda alîkariyê ye
Li Şehbayê astengdarek li benda alîkariyê ye
Li Şehbayê astengdarek li benda alîkariyê ye
Li Şehbayê astengdarek li benda alîkariyê ye
Li Şehbayê astengdarek li benda alîkariyê ye
Li Şehbayê astengdarek li benda alîkariyê ye
Li Şehbayê astengdarek li benda alîkariyê ye
3 mijdar, 2018   06:56

CAFER CAFO – XANDÎ ELO / ŞEHBA

Welatiyê bi navê Elî Mihemed Elî  (49) ji şêniyên navçeya Mabata ya kantona Efrînê ye. Elî di temenê xwe yê 5 salî de ji ser xanî dikeve û lingê wî seqet dibin.

Malbata Elî, wekî bi hezaran malbatên Efrînê ji ber êrîşên faşîzma dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê yên li dijî kantona Efrînê neçar maye ku derbasî herêma Şehbayê bibe.

Di dema derketina ji Efrînê de, dayik û bavê Elî, Fîdan û Behrî kurê xwe yê astengdar li ser milê xwe radikin û derdikevin. Dayika Elî Fîdan dibêje: "Erebeya me bi xwe tune bû. Me erebeyek din jî peyda nekir. Ji ber wê min û bavê Elî me ew rakir anî. Di rê de me gelek zehmetî dikişandin."

Malbata Elî niha li Kampa Serdemê dimîne, ji ber nebaşiya rewşa madî û kêmbûna derfetên tenduristiyê li kampê nikare derman ji bo Elî bikire. Li aliyekî din jî pêwîstiya wî bi tedawîbûna fîzîkê heye, lê bijîşkên pispor di vî warî de li herêma Şehbayê nîn in.

Dayika Elî ya temen mezin dibêje êdî di xwedîkirina Elî de jî zehmetiyan dikişîne û wiha got: "Temenê min mezin e. Hestiyên min êdî lawaz bûne, êdî nema dikarim tiştên giran jî rakim."

Bavê Elî, Behrî Mihemed jî wiha got: “Li Efrînê darên me yên zeytûnan û zeviyên me yên çandiyê hebûn. Me pê xwe xwedî dikir û derman ji kurê xwe re peyda dikir. Lê niha li vir em gelek zehmetiyan dikişînin. Derman tune ne, her ku diçe jî rewşa kurê me girantir dibe." Behrî, bang li rêxistinên mirovî kir ku ku alîkariya kurê wî bikin û dermanan jê re peyda bikin.

ANHA