‘Parastina çandê, berxwedan bi xwe ye’

Dayika Elîf Mustefa ji gundê Meydan Ekbis ê navçeya Racoyê, ji 10 saliya xwe ve fêrî rêsandina hiriyê bûye û heya niha vî karî dike û pê debara malbata xwe dike.

‘Parastina çandê, berxwedan bi xwe ye’
‘Parastina çandê, berxwedan bi xwe ye’
‘Parastina çandê, berxwedan bi xwe ye’
‘Parastina çandê, berxwedan bi xwe ye’
3 mijdar, 2018   07:57

CAFER CAFO – ELÎ GEDRO / ŞEHBA

Dayika Elîf Mustefa di 10 saliya xwe de ji cîrana xwe fêrî rêsandina hiriyê bûye. Ji wê demê ve heya niha vî karî dike. Dayika Elîf, ji hiriyê cilan ji bo mezin, ciwan û zarokan çêdike û bi buhayekî kêm difiroşe şêniyan.

Dayika Elîf dibêje wê ji zarokatiya xwe ve ji vî karî hez kiriye û xwestiye fêr bibe û wiha anî ziman: "Bi salan min karê rêsandina hiriyê kir. Ji hiriyê min cil ji xizm û cîranên xwe re çêdikirin. Kara ku min ji vî karî digirt, min pê malek li Helebê kirî."

Bi destpêka aloziya Sûriyeyê re, di encama şerê li Helebê de, malbata Elîf ji Helebê diçe navçeya Bilbilê ya Efrînê. Li wir 7 salan dimîne û bi heman karî debara malbata xwe pêk tîne.

Malbata Elîf, ji ber êrîşên dawîn ên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji navçeya Bilbilê berê xwe dide gundê Til Qerah ê navçeya Ehdesê ya kantona Şehbayê.

Dayika Elîf di nav mercên zehmet û derfetên kêm de dev ji pîşeya xwe bernedaye. Dîsa jî bermahiyên cilên kevn  kom kirine û ji nû ve çêkirine û niha van cilan bi buhayên erzan difiroşe. Şêniyên gund têne gel wê da ku cilan bidin çêkirin.

Dayika Elîf wiha got: "Parastina wê ya ji vê çandê bi xwe berxwedaneke li hemberî dijmin e ku dixwaze îrade û çanda gel tune bike."

ANHA