Zivistan li ber derî ye û koçber bêzar in

Bi hatina demsala zivistanê re rewşa koçberên Kampa Tiwêhîna zehmetir dibe. Koçberên kampê diyar dikin ku pêwîstiyên wan bi pêdiviyên zivistanê hene.

Zivistan li ber derî ye û koçber bêzar in
Zivistan li ber derî ye û koçber bêzar in
Zivistan li ber derî ye û koçber bêzar in
Zivistan li ber derî ye û koçber bêzar in
Zivistan li ber derî ye û koçber bêzar in
Zivistan li ber derî ye û koçber bêzar in
3 mijdar, 2018   06:30

ÛDEY EL-EHMED / TEBQA

Kampa Tiwêhînê ya koçberan 35 km dikeve bakurê rojavayê bajarê Tebqayê. Di kampê de zêdeyî 2 hezar û 150 malbat hene ku di nava şert û mercên zehmet de jiyan dikin. Malbatên ku li vê kampê bi cih bune ji sedî 90’ê wan ji gundewarên Humis û Hemayî ne.

Di şopandinê de, zehmetiyên jiyanî, kêmderfetî û tirsa koçberan ji zivistanî re diyar dibe.

Koçbera bi navê Xewla El-Şiblî dibêje: "Bi hatina zivistanê re rewşa me zehmetir dibe. Alavên ji bo germkirinê tinene, çadir jî ji ber germa havînê riziyane. Dema baran tê dilop dike, av kom dibe û her cih dibe herî. Ji ber wê em nikarin di kampê de tevgerê bikin."

Koçberên kampê text an jî kaxezan dişewitînin û xwe pê germ dikin. Her wiha kanalan dikolin da ku av kom nebe.

Koçbera bi navê Hensa El-Milhim a ji gundewarên Humisê banga şandina alîkariyan li rêxistin û komeleyên mirovî kir û ev tişt anî ziman: "Ev bûye salek û nîv em di bin van çadiran de ne. Ev çadir niha riziyane. Çadira min jî li ber bahoza tozê ya hefteya derbasbûyî ve çû. Ji ber vê yekê ez neçar im li gel niştecihên kampê bimînim."

Di kampê de 2 hezar û 365 çardir hene. Jê hezar û 200 bêserûber bi awayekî ne rêxistinkirî hatine vekirin.

Ji ber kêmbûna hejmara çadiran û paşguhkrina rêxistnan, wekî rewşeke awayeke ji bo koçberên nû 100 çadir hatin vegirtin.

Koçberên kampê bi hatina zivistanê re bi zehmetiyan re rû bi rû ne.

ANHA