ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03 .11.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03 .11.2018
3 mijdar, 2018   05:00

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê dê werin şopandin.

-Meclisa Kantona Şehbayê û şêniyên Efrînê yên li kampa Serdemê bi daxuyaniyan êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kobanê û Girê Spî şermezar dikin, saet 12:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Şêniyên herêmên Bakurê Sûriyê cenazeyê zaroka bi navê Sara Rifet Mistefa ku di encama êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser kantona Girê Spî de şehîd bûye, oxir dikin saet 01:00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

- Hevserokê PYD  Şahoz Hesen anî ziman ku  êrîşên dewleta Tirk li ser Bakûr û Rojhilatê Sûriyê hebûna DAIŞ diparezê û rewşekê xeter ji bo mirovahiyê ava dike û got: “‘Heger sînor ji Tirkiyê re neyê dayîn hebûna DAIŞ wê dewam bike.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

-Çalakiyên Mîhrecana "Dengvedana Efrînê" ku li aliyê Yekitiya Ciwanên Rojava û Tevgera Ciwanên Ereb a Demokratîk ve hatiye organîzekirin di roja duyemîn de li navçeya Til Rifetê tê lidarxistin, saet 12:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Dayika Elîf Mustefa ji gundê Meydan Ekbis ê herêma Racoyê, ji 10 saliya xwe de fêrî resandina hiriyê bûye û heya niha vê karî dike û pê debara malbata xwe bi cih tîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Navenda Çand û Hunerê ya Til Hemîsê Pêngava  "Bi hev re em perwerde û çandinê biçînin" didomîne,  çalakiya îro li dibistana bajaroka Ebû Ehmed tê lidarxistin, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Ji ber tinebûna derfetên tenduristiyê li kampê û xemsariya rêxistinên mirovî rewşa astengdarê bi navê Elî Mihemed Elî ber bi çarenûseke ne diyar ve diçe. Malbata Elî banga alîkariya lezgîn ji bo kurê xwe dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dûrî qarbalexa bajaran, şêniyên gundê Cîlika yê navçeya Girkê Lekê, jiyana xwe ya asayî bi aramî û çalakbûyînê didomînin. Cotkar di her sibeh diçin nava zeviyan, jin bez li zozanên gund diçêrînin û zarok jî diçin dibistanê. . (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Bi hatin demsala zivistanî re rewşa koçberên Kampa Tiwêhîna zehmetir dibe û pêwîstiyên wan bi pêdiviyên zivistanî re hene. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji navçeya Eyn Îsayê nêzî 100 ciwan cihê xwe di nava Hêzên Parastina Civakî de girtine û bi koordîneya Hêzên Ewlekariya Hindirîn re parastinê dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Bazara gundê Burca Qas beriya dagirkirina Efrînê meqeseda bi dehan firoşkar û şêniyan bû, niha ji ber dorpêçê tenê du firoşkar mane ku pêwîstiya bazarê bi cih tîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA