Nûçegihanê me Îbrahîm El-Ehmed: Sekfvanên dagirkeriya Tirkiyê yekser em kirin hedef

Nûçegihanê ajansa me Îbrahîm El-Ehmed ku di encama êrîşên dagirkeriya Tirkiyê li ser Girê Spî birîndar bûn diyar kir ku sekfanên artêşa Tirk a dagirker ên li ser sînor yekser we kirin hedef.

Nûçegihanê me Îbrahîm El-Ehmed: Sekfvanên dagirkeriya Tirkiyê yekser em kirin hedef
2 mijdar, 2018   14:53

GIRÊ SPÎ

Nûçegihanên ajansa me ANHA`yê Îbrahîm El-Ehmed û Gulîstan Mihemed dema ku dixwestin êrîşên dewleta tirk a dagirker a li dijî Girê Spî bişopînin di encama topbarana dewleta tirk de birîndar bûn.

Îbrahîm ku niha li nexweşxanyên Girê Spî tê tedawîkirin dibêje: "Di saetên destpêkê yên sibehê de bû, em diçûn taxa El-Munbetih a da ku êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser taxê bişopînin, di wê navberê de sekfanên artêşa Tirk a dagirker yên li ser sînorê yekser me kirin hedef da ku dengê rastiyê veşêrtin."

Îbrahîm  her wiha got, "Leşkerên artêşa Tirk a dagirker ez û hevala xwe Gulîstan Mihemed û endamên Hêzên Erka Xweparastinê kirin hedef, ez di destê xwe yê çepê de û Gulîstan jî di rûyê xwe de birîndar bû."

Li gorî kadroyên nexweşxaneyê rewşa nûçegihanê me Îbarhîm El-Ehemed baş e.

ANHA