Nûçegihana me Gulîstan di bin kontrolê de ye

Nûçegihana  me Gulîstan Mihemed piştî li nexweşxaneyên Minbicê hate emeliyetkirin niha di bin kotrolê de ye.

Nûçegihana me Gulîstan di bin kontrolê de ye
2 mijdar, 2018   15:14

MINBIC

Nûçegihanên ajansa me ANHA`yê Îbrahîm El-Ehmed û Gulîstan Mihemed dema ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker  a li ser taxa El-Munbetih a bajarê Girê Spî dişopandin di encama topbarana dewleta tirk de birîndar bûn.

Nûçegihênên me ji bo tedawiyê rakirin nexweşxaneyên bajarê Girê Spî.

Li gorî kadroyên nexweşxaneya Wetanî ya Girê Spî rewşa Îbrahîm ku di destê xwe yê çepê de birîndar bibû baş e.

Nûçegihana me Gulîstan jî ku di rûyê xwe de birîndar bibû li nexweşxaneyên bajarê Minbicê hate emeliyet kirin dê heya sibe di bin kotrolê de be.

ANHA