'Divê rewşenbîr hovîtiya Tirkiyeyê belge û riswa bikin'

Nivîskar û rewşenbîran diyar kir ku dewleta Tirk a dagiker bi van êrîşên xwe li dijî herêmên Bakurê Sûriyeyê hewl dide aloziya xwe ya hundirîn derxe dewletên cîran û bang li hemû nivîskar û rewşenbîran kir ku bi erka xwe rabin û hovîtiya Tirkiyeyê belge bikin û destdirêjiya artêşa Tirk a dagirker ji giştî cîhanê re riswa bikin.

'Divê rewşenbîr hovîtiya Tirkiyeyê belge û riswa bikin'
2 mijdar, 2018   13:29

EHMED SEMÎR – COMERD ŞÊXO / QAMIŞLO

Nivîskar û rewşenbîrên herêma Cizîrê êrîşên artêşa Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakurê Sûriyeyê bi tundî şermezar kirin û diyar kir ku armanca Tirkiyeyê ji van êrîşan ew e ku zexta li ser DAIŞ'ê kêm bike.

Serokê Yekitiya Nivîskarên Kurd li Sûriyeyê Dilawer Zenkî diyar kir ku piştî serkeftinên ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li dijî çeteyên DAIŞ'ê bi dest xwe ve anîne û di devereke biçêk de hatine dorpêçkirin, artêşa Tirk êrîşî herêmên Bakurê Sûriyeyê dike û welatiyên sivîl hedef digire. Tu hinceteke qanûnî yan hiqûqî ya van êrîşan tune ye.

Zenkî di berdewama axaftina xwe de got ku divê civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan van destdirêjiyên Tirkiyeyê rawestînin, nemaze şerê li dijî hevkarê Recep Tayyîp Erdogan DAIŞ’ê ber bi dawiyê ve diçe. Zenkî got ew wek nivîskar van destdirêjiyên dewleta Tirk bi tundî şeremzar dikin û bang li civaka navneteweyî kir ku van destdirêjiyên Tirkiyeyê bi dawî bikin.

Hevserokê Yekitiya Rewşenbêrên herêma Cizîrê Ebûd Meqso êrîşên Tirkiyeyê li dijî herêmên Bakurê Sûriyeyê bi tundî şermezar kirin û bang li hemû azadîxwazan û bi taybet nivîskar û rewşenbîran kir ku bi erka xwe rabin û hovîtiya artêşa Tirk belge û riswa bikin.

Meqso got ku li Tirkiyeyê rewşeke hundirîn a aloz heye û dixwaze aloziya xwe ber bi dewletên cîran ve derxe û wiha domand: "Tu hinceteke êrîşa Tirkiyeyê li dijî herêmên ewle li Bakurê Sûriyeyê tune ye. Tirkiye bi van êrîşên xwe hewl dide zexta QSD'ê li ser DAIŞ'ê kêm bike û temenê aloziya Sûriyeyê dirêjtir bike."

ANHA