Mijarên îro rojnameyên erebî behsê kirine ev in

Di van deman de ku Tirkiye êrîşî herêmên rojhilatê çemê Firatê yên Bakurê Sûriyeyê dike, çeteyên girêdayî wê yên li parêzgeha Idlibê êrîşî devera bêçek a Idlibê dikin. Avakirina hikumeta Lubnanê dîsa hate astengkirin, piştî ku Mîşêl Ewn xwe spart nêrîna serok Seed El-Herîr ku bi avakirina hikumetê hatiye erkdarkirin.

Mijarên îro rojnameyên erebî behsê kirine ev in
2 mijdar, 2018   08:54

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro behsa aloziya Sûriyeyê û êrîşên dewleta Tirk li dijî herêmên Bakurê Sûriyeyê û êrîşa çeteyên girêdayî Tirkiyeyê li dijî devera bêçek a Idlibê kir. Rojnameyan her wiha bal kişand ser xebatên avakirina hikumetên Lubnan û Iraqê û aloziya Yemenê û hin mijarên din.

El-Heyat: Washington dijberiya di navbera Enqere û Kurdên Sûriyeyê de sar dike

Rojnameyan behsa mijar û aloziya Sûriyeyê kir. Rojnameya El-Heyat diyar kir ku Washingtonê bi baldarî mijara dijwarbûna di navbera Tirkiye û Kurdên Sûriyeyê de li rojhilatê çemê Firatê nirxand û di heman demê de destwerdana leşkerî li dijî hebûna Îranê di Sûriyeyê napejirîne û piştrast kir ku ji wê nayê xwestin ku rêjîmê biguherîne. Şerê di navbera tabûrên opozîsyonê û rêjîma Sûriyeyê de hişt ku Rûsya hişyariyeke nû bide ku terorîst hewl didin hevpeymana Idlibê têk bibin. Serokatiya Tirkiyeyê jî di daxuyaniyeke xwe de ragihand ku serok Recep Tayyîp Erdogan û serok Donald Trump peywendiyeke telefonê der barê Sûriyeyê de pêk anîne û piştî çend saetan dewriyeyên hevbeş ên Tirkiye û Amerîkayê li derdora Mibicê geriyan. Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin ku her du serokan mijarên Idlib û Minbicê gotûbêj kirine.

Rojnameyê diyar kir ku piştî topbarana di navbera Tirkiye û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li herêma Kobanê, Koalîsyona Navneteweyî ya bi serokatiya Washingtonê ragihand ku dê dijberiya di navbera her du aliyan de lawaz bike. Berdevkê koalîsyonê John Riyan li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kir ku divê baldarî li ser têkşikandina rêxistina DAIŞ'ê be.

Şerq El-Ewsat: Dewriyeyên Amerîka û Tirkiyeyê li Minbicê da ku hêrsbûna li rojhilatê Firatê kêm bikin

Rojnameya Şerq El-Ewsat diyar kir ku Tirkiye û Amerîka dest bi meşandina dewriyeyên xwe li Minbicê kirin û Hêzên Sûriya Demokratîk jî ku alîkariya xwe ji Washingtonê werdigire û tabûrên opozîsyona Sûriyeyê ku alîkariya xwe ji Enqereyê werdigirin, beşdar dibin. Armanc ji van meşandina dewriyetan jî ew e ku hêrsbûna di navbera artêşa Tirk û şervanên Kurd de kêm bike.

Şerq El-Ewsat: Di êrîşa Heyet El-Tehrîr de kuştiyên hêzên rêjîmê çêbûn

Girêdayî rewşa leşkerî ya li parêzgeha Idlibê rojnameya Şerq El-Ewsat ragihand ku 4 endamên hêzên rêjîmê di êrîşa komên radîkal de ya li parêzgeha Idlibê hatin kuştin.

Iraq

Der barê mijarên Iraqê de jî rojnameya El-Ereb behsa firotina şûnwarên Iraqê kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Xemsariya hikumeta Iraqê hişt ku dîwarê kevnar ê Asûrî di bazaran de were firotin."

Rojnameya El-Heyat jî behsa xebatên artêşa Iraqê li nêzî sînorê Sûriyeyê kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Amadekariyên artêşa Iraqê û Heşd El-Şebî li dijî DAIŞ'ê li nêzî sînorê Sûriyeyê."

Lubnan

Girêdayî çalakiya siyasî ya avakirina hikumeta Lubnanê rojnameya Şerq El-Ewsat behsa astengiya avakirina hikumetê kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Astengbûna avakirina hikumetê têkiliya di navbera Ewn û Hizbullahê tevlihev dike."

Yemen

Der barê mijar û aloziya Yemenê de rojnameya El-Quds El-Erebî behsa êrîşa Koalîsyona Erebî li dijî Hûsiyan kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Koalîsyona Erebî; li dijî baregeheke ezmanî û fûzeyên Hûsiyan li Senhayê êrîşek pêk hat."

Filistîn

Girêdayî mijarên Filistînê jî rojnameya Şerq El-Ewsat manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Hemas û tabûrên Filistînê biryar da ku xwepêşandanên li nêzî sînorê Xezayê rawestînin."