Li Efrînê 5 çete hatin kuştin

YPG’ê diyar kir ku li navçeya Şêrawa ya Efrînê hêzên wan li dijî çeteyên Feyleq El-Şamê çalakiyeke sabotajê li dar xistiye û di encama çalakiyê de 5 çete hatine kuştin.

Li Efrînê 5 çete hatin kuştin
2 mijdar, 2018   09:02

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) der barê çalakiyên xwe yên li kantona Efrînê de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê hate gotin ku li navçeya Şêrawa ya Efrînê li ser rêya gundên Xezewiyê û Bayê li hemberî çeteyên artêşa Tirk ên koma bi navê Feyleq El-Şam çalakiyeke sabotajê hatiye lidarxistin û di çalakiyê de 5 çete hatine kuştîn, her wiha siwareyeke çeteyan jî hatiye rûxandin.

Daxuyanî wiha ye:

 “Di çarçoveya qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê li Efrînê de, hêzên me çalakiyên xwe li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê didomînin.

30’ê Cotmehê li ser rêya gundên Xezewiyê û Beyê yên girêdayî navçeya Şêrawa yekîneyeke me li dijî siwareyeke leşkerî ya girêdayî çeteyên koma Feyleq el-Şam çalakiyeke sabotajê li dar xist. Di encama çalakiyê de 5 çete hatin kuştin û siware hate rûxandin.”