Ji bîranînên berxwedana Şexmeqsûd…

Kêliyên şer ji bîr wan naçin, taxa xwe parastin û hîna jî karê xwe didomînin. Endamên Hêzên Parastina Civakî ya Jin soz dan û sozên xwe bi cih anîn û gotin: "Îro jin ne mîna beriya şoreşê ye."

Ji bîranînên berxwedana Şexmeqsûd…
Ji bîranînên berxwedana Şexmeqsûd…
Ji bîranînên berxwedana Şexmeqsûd…
Ji bîranînên berxwedana Şexmeqsûd…
Ji bîranînên berxwedana Şexmeqsûd…
Ji bîranînên berxwedana Şexmeqsûd…
Ji bîranînên berxwedana Şexmeqsûd…
2 mijdar, 2018   07:54

SÎLVANA MISTEFA- ROZANA DADO / HELEB

Piştî 7 salan ji şerên ku li taxa Şêxmeqsûd rû dane, misogerker bû ku her yek ji şêniyên taxê mohra xwe ya taybet li berxwedanê daye.

Jinên ku di berxwedanê de bi rolek girîng rabûne, ne tenê dayîk bûn lê belê di aliyên leşkerî, siyasî û rêxistinî de rolek girîng di kolanên taxê de nîşan dan û heta niha bi erka xwe di parastina taxê de berdewam in.

Têkildarî mijarê ajansa me hevdîtinek bi hin jinên taxê re ku rola wan di parastina taxê de hebûn çêkir.

kêliyên ku nayên ji bîr kirin

Jina bi temen mezin bi navê Hûriyê Mihemed a 70 salî ji beriya 8 salan ve rola xwe di parastina taxê de didomîne. Hûriyê di hemû meydanên jiyanê di nav taxê de xebitiye û armanca wê ya tekane ewe ku şêniyên taxê di nav aramî û ewlehiyê de bijîn. Hûriyê wiha got: "Xuyangên şer nayên ji bîr kirin. Me gelek rojên dijwar derbas kir. Lê dîsa li rex şervanan me li berxwe da."

Hûriyê wiha domand: "Jinên taxa Şêxmeqsûd ne tenê dayîk bûn û li mal rûniştibûn. Ew di heman demê de tev li refên parastinê bûn. Tax 24 saetan diparastin û birîndar radikirin. Hemû jinên taxê bi ciwan û temen mezin tev li parastina taxê bûn."

Di dawiyê de Hûriyê ev tişt bi anî ziman: "Me tugayek bi navê 'Gulê Selmo' ava kir. Bi şev û roj me parastina taxê kir û em ê li ser soza xwe bimînin."

Jin îro ne mîna beriya şoreşê ye

Her du endamên Hêzên Parastina Civakî Zêneb Mistefa  dayîka 3 zarokan û Asya Henan dayîka 4 zarokan e, destnîşan kirin ku sala 2016'an salek ne normal bû, gelek bîranînên bi êş jiyane û zaorkên xwe winda kirine.

Weke jin karîne bi rola jina berxwedêr rabin, ji tiştekî netirsîn û li rex şervana di eniyên şer de cihê xwe girtin e. Jinan bi vê yekê têgeha ku jin tenê ya malê ye şikandin.

Zêneb û Asye tekez kirin ku her beşek ji taxê bi xwe berxwedanek e.

Di dawiyê de her du endamên Hêzên Parastina Civakî Zêneb û Asya soza xwe bi şehîdan re dubare kirin û diyar kirin ku ew şopdarên rêya têkoşînê ne.

(şx)

ANHA