Şêniyên Helebê: Em tu carî Efrînê ji bîr nakin û Kobanê dê bi ser bikeve

Şêniyên bajarê Helebê êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser kantona Kobanê û Girê Spî şermezar kirin û got ew tu carî berxwedana Efrînê ji bîr nakin û destnîşan kir ku ji bo serkeftinê tu carî teredudê nakin û divê civaka navdewletî der barê van kiryaran de ji bêdengiya xwe derkeve.

Şêniyên Helebê: Em tu carî Efrînê ji bîr nakin û Kobanê dê bi ser bikeve
2 mijdar, 2018   08:03

MIHEMED EBDO / HELEB

Dewleta Tirk a dagirker ji beriya çend rojan ve êrîşî herêmên ku sivîl tê de dijîn ên kantona Kobanê û Girê Spî dikin. Li bermaberî vê yekê jî civaka navdewletî bê deng e. Di vê çarçoveyê de şêniyên taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser xaka Bakurê Sûriyeyê şermezar kirin.

Şêniya bi navê Meryem Bîlal êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Bakurê Sûriyê şermezar kirin û destnîşan kir ku ji ber planên Erdogan têk çûn, êrîşî gel dike û ev yek jî rewşa lawaz a Erdogan diyar dike. Meryem di axaftina xwe de got gelê Bakurê Sûriyeyê tu carî birîna Efrîna berxwedêr ku heta niha di qonada duyemîn a Berxwedana Serdemê de li ber xwe dide, ji bîr nake û tekez kir ku dê heta dawiyê li dijî zilm û zoriyê li ber xwe bidin û ji bo parastina xaka xwe ji her tiştî re made ne.

‘Divê di vê qonaxê de li dijî dewleta Tirk yekitî hebe’

Şêniyê bi navê Mehmed Ehmed Mistefa got gelê Bakurê Sûriyeyê dê bi ser bikeve û heke were xwestinê dê agirê azadiyê di qadên şer de pêxe û wiha anî ziman: "Me di taxa Şêxmeqsûd de li dijî çeteyên dagirkeriya Tirkiyeyê 6 salan li ber xwe da û em bi ser ketin. Ji ber wê divê em ji bo azadiyê û serkeftina Kobanê û Girê Spî tu carî teredudê nekin."

Mehmûd di dawiya axaftina xwe de tekez kir ku divê gelên herêmê li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê yekitiya ava bikin û qadên şer bikin çirûska azadiyê.

Bêdengiya civaka navdewletî

Ji aliyê xwe şêniya bi navê Fatma Mist a ji pêkhateya Ereb, got pêwîst e civakên navdewletî û mirovahî û bi taybet Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ji bêdengiya xwe derkeve û li dijî kiyar û hovîtiya dewleta Tirk a dagirker helwestên xwe diyar bikin.

Fatma di dawiyê de got xaka Sûriyeyê ku ji aliyê dagirkeriya Tirkiyeyê ve hatiye dagirkirin, dê Ii xwediyê xwe vegere û rastî bi ser bikeve.

(bx)

ANHA