'Tirkiye êrîşî herêmên koçberan dike'

Serokê şaxa Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê ya Tebqayê êrîşa Tirkiyeyê li axa Sûriyeyê şermezar kir û wek sorkirineke metirsîdar bi nav kir.

'Tirkiye êrîşî herêmên koçberan dike'
2 mijdar, 2018   07:37

EBDILREZAQ ZEKERIYA / TEBQA

Di çarçoveya helwestên li dijî destdirêjiya Tirkiyeyê li axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de û êrîşîn artêşa Tirk a dagirker di van çend rojên dawîn de li dijî kantonên Kobanê û Girê Spî, serokê şaxa Partiya Pêşerojê y Sûriyeyê ya Tebqayê Mesna Semîr got ku Tirkiye êrîşî herêmên ku bi aramiya xwe tên nasîn, dike.

Semîr diyar kir ku ev herêmên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine topbarankirin di van salên borî de spartgeha bi hezaran koçberên Sûriyeyê ne.

Semîr da zanîn ku herêmên Bakurê Sûriyeyê tu metirsî li ser ewlehî û aramiya dewletên cîran çênekiriye û got ku ev dijberiya Tirkiyeyê piştî civîna çaralî ya di navbera Tirkiye, Rûsya, Almanya û Fransayê de pêk hatiye, tevî ku di encamnameya civînê de banga ewlehî û aramiyê di axa Sûriyeyê de û pêkanîna çareseriyeke siyasî ji aloziya Sûriyeyê re dike.

Semîr di berdewama axaftina xwe de hişyarî da ku partiya wan tu carî bikaranîna çekan ji aliyê dewleta Tirk ve wekî ku çawa herêma Efrînê dagir kiriye qebûl nake û got ku vebijêrka partiya wan diyaloga hundirîn û derve ye da ku aştiya cîhanî pêk were.

Mesna Semîr di dawiya axaftina xwe de bang li dewleta Tirk kir ku siyaseta xwe li dijî gelê Kurd li Rojhilata Navîn biguherîne û bi taybet Kurdên Sûriyeyê piştrast kirin ku ew li gorî yekitiya axa Sûriyeyê tev digerin.

Dewleta Tirk di van çend rojên dawîn de gundên Kobanê û Girê Spî yên Bakurê Sûriyeyê topbaran kirin û li gorî çavdêran hewl dide bi van êrîşên xwe tunekirina DAIŞ'ê, dereng bixîne.

ANHA