'Îro, roja piştgiriyê ye ne roja êrîşê ye‘

Şêniyên Kantona Qamişlo nerazîbûn nîşanî bêdengiya navdewletî ya li hember êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî kantonên Kobanê û Girê Spî dan û gotin: "Îro Roja Cîhanê ya Piştgiriya Kobanê ye, ne roja êrîşê ye."

'Îro, roja piştgiriyê ye ne roja êrîşê ye‘
1 mijdar, 2018   15:50

EHMED SEMÎR-RÊNAS REMO / QAMIŞLO

Îro bi hezaran şêniyên Qamişlo bi boneya Roja Cîhanî ya Piştgiriya Kobanê û şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakurê Sûriyê meşiyan.

Hemû pêkhateyan Kantona Qamişlo ji Kurd, Ereb, Suryan û Êzidiyên tev li meşê bûn.

Di meşê de şêniyan nerazîbûnên xwe  nêşanî êrîşên dagirkeriya Tirk ên li dijî her kantonên Kobanê û Girê Spî anîn ziman.

Mihemed Nûr Elî ji şêniyên bajarê Qamişloyê ye got: "Îro rojek dîrokî, ev roj di rûpelên dîrokê de bi xwîna ciwanên Bakurê Sûriyê û berxwedana gelan li hember DAIŞ'ê hate nivîsandin."

Mihemed Nûr Elî diyar kir ku destkeftiyên ku gelên Bakurê Sûriyê û Rojhilatê Firatê li dijî DAIŞ'ê bi dest xistine, tê wateya serkeftina gel li hemberî alîgirên DAIŞ'ê, di serî de Tirkiyê ye û wiha domand: "Ji ber wê îro dewleta Tirk carek din êrîşî me dike û da ku hêviyekî bide DAIŞ'ê li Dêrazorê."

Elî destnîşan kir  ku ew ji bo vejandina Roja Cîhanî ya Kobanê û her wiha ji bo şermezarkirina êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî kantonên Kobanê û Girê Spî dimeşin û wiha domand: "Armanca van êrîşan têkbirina vîna gelên herêmê û çewsandina gelên ku fikra demokratîk ji xwe kirine bingeh û qirkirina wan e."

Elî wiha berdewam kir: "Projeya me demokratîk e, mîna wê li herêmê nehatiye pêk anîn, ev proje li dijî projeyên pergalên zordest û xwînmijên gelan e. Em ê bi yek rêzî li hember êrîşan bisekinin. Da ku projeya xwe ya demokratîk biparêzin."

Ji aliyê xwe ve Silêman Hesen ê ji pêkhateya Ereb ê ji navçeya Tirbespiyê got: "Wekî pêkhateyê Ereb ê herêmê em êrîşên dewleta Tirk, di serî de kujer Erdogan bi tundî şermezar dikin."

Silêman Hesen destnîşan kir ku piştî qewitandina DAIŞ'ê ji herêmê Erdogan bi rêya çeteyên xwe yên 'Mertala Xirab' Mertala Firatê dixwaze herêmê wêran bike û wiha domand: "Bi van kirinên sûcdar û êrîşan Erdogan dixwaze gelê Bakurê Sûriyê hêrs bike."

Têkildarî heman mijarê jina bi navê Semîre Mihemed a ji bajarê Qamişloyê bêdengiya navdewletî û cîhanî li hember êrîşan şermezar kir û wiha got: "Îro Roja Cîhanî ya Kobanê ye, ne roja êrîşên li dijî wê ye. Kobanê bi saya hevgirtina pêkhateyên herêmê rizgar bû."

Semîre wiha domand: " Di encama êrîşên dewletên dagirker de, herêmên me rastî komkujî, qirkirin û rijandina xwînê hat. Jin hatin revandin, zarok di girtîgehên dewleta Tirk a faşîst de hatin êşkencekirin û kuştin. Gelo ev bêdengê wê heta kengî bidome?"

Ewladên me şerê DAIŞ'ê dikin û Erdogan êrîşa gundên me dike

Di derdewama gotinên xwe de Semîre ev tişt anî ziman: "Em li ser erdê xwe bi azadî û aşitî dijîn. Ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker rojane şehîd û birîndarên me hene. Lê rêxistinên ku qaşo mafên mirovan diparêzin li hember van êrîşan bê deng in. Gelo çima ev bêdengî?"

Di dawiyê de Semîre got: "Şerê ciwanên me li dijî DAIŞ'ê li Dêrazorê, Erdoxan hêrs kir û êrîşî gundên me kir. Têkoşîna me berdewam e. Me êrîşî kesekî nekir lê em xwe diparêzin. Eger êrîş bi ser me de werin em ê heta dilopa xwîna dawî xwe biparêzin, ji ber ku ev erdê me ye û ew êrîşî me dikin."

(şx)

ANHA