Rêveberiya Tebqayê êrîşên Tirkiyê yên li ser Bakurê Sûriyê şermezar kirin

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê êrîşên dagirkeriya Tirkiyê yên li ser herêmên Bakurê Sûriyê şermezar kir û bang li Koalîsyona Navdewletî kir ku ji êrîşan re bi berpirsyartî tevbigere.

Rêveberiya Tebqayê êrîşên Tirkiyê yên li ser Bakurê Sûriyê şermezar kirin
1 mijdar, 2018   15:36

TEBQA

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê li ser êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakurê Sûriyê daxuyanî da. Daxuyanî bi amadebûna endamên rêveberiya sivîl ji aliyê Hevserokê Meclisa Zagonsaz Hamid El-Ferec ve hate xwendin.

El-Ferec êrîşên dagirkeriya Tirkiyê yên li ser Kobanê, Minbic û Girê Spî şermezar kir û anî ziman ku Tirkiyê bi van êrîşên xwe destekê dide komên çekdar û dixwaze tir û tevliheviyê li herêmê belav bike.

Hamid El-Ferec, diyar kir ku êrîşên Tirkiyê yên li ser Bakurê Sûriyê pêk tên, di demekê de çeteyên DAIŞ‘ê li Dêrazorê ber bi dawîbûnê ve diçe.

Hamid El-Ferec, di dawiya daxuyaniyê de got: "Bi navê gelê Tebqayê em bang li civaka navdewletî û Koalîsyona Navdewletî dikin ku hemberî zêdegaviyên Erdogan û hevalbendên bêdeng nemîne û bi berpirsyartî tevbigere."

ANHA