Gelê Qamişlo 1‘ê Mijdarê silav kirin

Gelê kantona Qamişlo ya herêma Cizîrê bi wesîleya 1`ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Piştgiriya Kobanê bi dirûşmeya "Bi rihê Avesta, Barîn û Şîlan em Roja Cîhanî ya Piştgiriya Kobanê pîroz dikin" de diyar kirin ku tu carî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê serê xwe ji koletiyê re na tewînin.

Gelê Qamişlo 1‘ê Mijdarê silav kirin
Gelê Qamişlo 1‘ê Mijdarê silav kirin
Gelê Qamişlo 1‘ê Mijdarê silav kirin
Gelê Qamişlo 1‘ê Mijdarê silav kirin
1 mijdar, 2018   15:07

QAMIŞLO

Bi hezaran gelê kantona Qamişlo bi wesîleya 1‘ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Piştgiriya Kobanê û şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakurê Sûriyê meşek lidar xistin.

Hemû pêkhatyên kantonê Kurd, Erebe, Suryan û Êzidî tev li meşê bûn. Meş ji ber Navenda Kongreya Star a navçeya Tirbesiyê destpê kir.

Meş ji ber navendê destpê kir û li çerxerêya Azadî ya navçeyê veguhrî mitîngê.

Di mitîngê de yek ji rêveberên Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Asiya Abdullah axivî û destnîşan kir ku berxwedaniya Kobanê berxwedaniyek mirovahî bû, şervanên YPJ/YPG`ê li dijî çeteyên DAIŞ`ê berxwedaniyek bêhempa meşandin.

‘Gelê Bakur û Rojhilatê ji bo azadiya xwe wê heta dawiyê şer bike‘

Asiya Abdullah diyar kir ku berxwedaniya Kobanê bi saya lehengên mîna Arîn Mîrakan û hevgirtina pêkhateyên wê bi ser ket û wiha got: "Berxwedana Sedslala ya Kobanê ji cîhanê re isbat kir ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê serî ji koletiyê re na tewîne û heta dawiyê ji bo azadiyê xwe wê şer bike."

Asiya bal kişand li ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kobanê û Girê Spî û anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker piştî binketina çeteyên DAIŞ‘ê li Kobanê, Reqa û Dêrazorê êrîşê herêmên bi ewle yên Bakurê Sûryê dike, da ku zextê li ser çeteyên DAIŞ`ê li herêmên Dêrazorê kêm bike. Asiya Abdullah anî ziman ku armanca dewleta Tirkiyê ew ku biratiya gelan a hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibe. 

 ‘Dijminên mirovahiyê li Kobanê şikest‘

Bi navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Hevserokê Desteya Şûnwar û Parastina Hawîrdorê yê Herêma Cizîrê Hisên El-Elî axivî û diyar kir ku gelê Kobanê li dijî êrîşên girûpên terorîst sekinîn. Di encama berxwedaneke bêhempa de roja 1'ê Mijdarê weke Roja Cîhanî ya Piştgiriya Kobanê hate ragihandin û wiha domand: "Di roja weke îro de dijminên mirovahiyê li bajarê Kobanê yê biçûk têk çûn."

‘Kobanê bi îradeya azad bi serket‘

Ji aliyê xwe ve hevserokê Meclisa Kantona Qamişlo Afram Îshaq bi xêrhatina girseya gel kir û wiha got: "Hemû pêkhateyan Qamişlo îro bi yek dengî berxwedana Kobanê ku bi vîna xwe ya azad li hember çeteyan bi serket silav dikin. Her wiha ji cîhanê re ragihand ku hemû pêkhate ta tunekirina çeteyan û pêkanîna azadiya hemû gelên herêmê, dê yekîtiya xwe berdewam bikin."

Meş bi berzkirina dirûşmeyên şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakurê Sûriyê bi dawa bû.

(bx/şx)

ANHA