Rêveberiya Sivîl a Tebqayê karê salekê dinirxîne

Bi boneya salvegera yekemîn a damezirandina Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Herêma Tebqayê, rêveberiyê civîneke li dar xist û karê xwe yê salekê nirxand.

Rêveberiya Sivîl a Tebqayê karê salekê dinirxîne
Rêveberiya Sivîl a Tebqayê karê salekê dinirxîne
Rêveberiya Sivîl a Tebqayê karê salekê dinirxîne
Rêveberiya Sivîl a Tebqayê karê salekê dinirxîne
1 mijdar, 2018   14:45

TEBQA

Civîn li avahiya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Herêma Tebqayê ya li taxa El-Meqasên li navenda bajêr bi beşdarbûna hevseroka Meclisa Zagonsaz Rewşen Hemê, hevserokên Meclisa Rêveber Hind El-Elî û Şiyar Mihemed, hevserokên komîteyên rêveberiya sivîl û bi dehan endamên saziyên sivîl û şêx û rûspiyên êlên Ereb hate lidarxistin.

Civîn bi deqeyek rêzgirtin li ser giyana şehîdan destpê kir. Piştre hevserokê Meclisa Rêveber Şiyan Mihemed axivî û got: "Sûriye vegerandin zeviyekî ku hemû çekên xwe lê tecrube bikin. Di encama şerên ku li herêmê rû dane de nezanbûn belav bû û binasaziya wê wêran bû. Lê piştî rizgarkirinê herêmê ji aliyê QSD'ê ve,  herêm ji nû ve xwe ava kir."

Mihemed wiha domand: "Ji vir de em soz didin hêzên leşkerî ku em li kêleka wan in ta therêmên dagirkirî rizgar bikin."

Di dawiyê de Şiyar Mihemed rêze qanûnên Meclisa Zagonsaz ku di dirêjahiya salekê de gitibûn û raporên komîteyên rêveberiyê yên xebatên salekê xwend.

Di dawiya civînê de kurtefilmek girêdayî xebatên xezmetguzarî û rêxistinî yên komîteyan hate pêşkeşkirin.

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Herêma Tebqayê ji 13 komîteyan; Komîteyên Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan, Perwerde û Fêrkirinê, Karûbarên Civakî, Hundirîn, Parastin, Aborî, Çand û Hunerê, Jin, Karûbarên Malbatên Şehîdan, Tenduristiyê, Ciwan û Werzîş, Malî (Darayî) û Têkiliyên Giştî pêk tê.

(şx)

ANHA