Rûsya û Tirkiyeyê ji bo lidarxistina hilbijartinên pêşwext di Sûriyeyê de li hev kir

Hin dîplomastên dewletên rojavayî piştrast kir ku Rûsya û Tirkiyeyê ji bo lidarxistina hilbijartinên pêşwext ên serokatî û parlemana Sûriyeyê di sala 2020'an de li hev kiriye û dê Idlibê saleke din di bin dagirkeriya çeteyan de bihêlin.

Rûsya û Tirkiyeyê ji bo lidarxistina hilbijartinên pêşwext di Sûriyeyê de li hev kir
1 mijdar, 2018   11:24

NAVENDA NÛÇEYAN

Dîplomatekî rojavayî ji rojnameya Şerq El-Ewsat re diyar kir ku di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de lihevkirinek der barê lidarxistina hilbijartinên pêşwext ên serokatî û parlemana Sûriyeyê de di sala 2020'an pêk hatiye û rewşa Idlibê saleke din dê wekî xwe bimîne.

Li gorî biryara 2254’an divê çaksaziya destûrî û birêxistinkirina hilbijartinên serokatî û parlemanî di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de bi beşdarbûna giştî welatiyên Sûriyeyê di 18 mehan de pêk were. Eger rêjîma Sûriyeyê xwest hilbijartinan di dawiya wîlayeta serok Beşar El-Esad di 2021'an de li dar bixe, aliyên Rûsya û Tirkiyeyê behsa hilbijartinên pêşwext dikin. Lê girêka avakirina komîteya destûrî hê jî nehatiye çareserkirin û nakokiyên ji ber lîsteya namzetên komîteyê ku ji aliyê Staffan De Mistura ve hatiye amadekirin, hê jî berdewam in.

Wezîrê karên derve yê rêjîma Sûriyeyê Welîd El-Muelîm di 24'ê meha borî de De Mistura agahdar kir ku ew tu roleke Neteweyên Yekbûyî di avakirina lîsteya sêalî de qebûl nakin û ew piraniya du ji sêyan û serokatiya komîteyê dixwazin û divê civînên xwe li Şamê li dar bixin. Her wiha daxuyaniya fermî ya konferansa diyaloga niştîmanî ya Sûriyeyê li Soçiyê ya destpêka îsal qebûl nake.

Li gorî rojnameyê wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov serokê Desteya Danûstandinan a Sûriyeyê Nesir El-Herîrî agahdar kir ku divê lîsteya sêalî ya komîteya destûrî ji aliyê her sê dewletên mîsogerkar Rûsya, Tirkiye û Îranê ve were amadekirin ku di dawiya vê mehê de li Astanayê bicivin.

ANHA