Çeteyên Tirkiyeyê li herêma bêçek êrîşî hêzên rêjîmê dike

Çeteyên Tirkiyeyê yên li Idlibê li herêma bêçek êrîşî hêzên rêjîmê kir, di encamê de gelek kuştî û birîndarên rêjîmê çêbûn.

Çeteyên Tirkiyeyê li herêma bêçek êrîşî hêzên rêjîmê dike
1 mijdar, 2018   11:38

NAVENDA NÛÇEYAN

Çeteyên Artêşa Ebo Bekir El-Sedîq a girêdayî Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nesra) ku alîkariya xwe ji dewleta Tirk werdigire, vê sibehê li herêma Wadî El-Mezrûyî li çerxerêya El-Ketîbe El-Mehcura li gundên rojhilatê Idlibê ku li ‘herêma bêçek’ ji çiyayên bakurê rojhilatê Laziqiyê heta Hema û Idlibê û bakurê rojavayê bajarê Helebê dimîne, êrîşî hêzên rêjîma Sûriyeyê kir.

Li gorî çavkaniyên Sûriyeyê yên mafên mirovan, beriya ku komên çete vegerin cihên xwe şerekî giran di navbera her du aliyan de pêk hat. Li gorî çavkaniyan di şer de kuştî ji her du aliyan pêk hatine, hate tekezkirin ku herî kêm çeteyekî Tehrîr El-Şamê hatiye kuştin, her wiha kuştî û birîndarên hêzên rêjîmê hene.

Çavkanî diyar kir ku hêzên rêjîmê ji serê sibehê ve li herêmên Tewîl El-Heleb, Mesedê, Ceb El-Siltan û herêmên din li gundên rojhilatê Idlibê bombebaran dike, li aliyekî din herêmên li derdora bajarokê El-Temenia gundên başûrê Idlibê bombebaran dike. Her wiha îro sibehê hêzên rêjîmê bi çekên giran li bajarokê El-Tamine yê li bakurê Hemayê êrîş kir, lê tu agahî der barê kuştiyan de nehatin zanîn.

Serokên Rûsya û Tirkiyeyê di 17`ê Îlonê de îtifaq kir ku ‘herêmeke bêçek’ ava bikin, li gorî şertan ku Tirkiye çekên xwe yên giran ji herêma bêçek derxe û çete heta 15`ê Cotmeha çûyî jê derketana. Tevî ku 2 hefte di ser pêkanîna hevpeymanê re çûne jî lê komên çete yên Tirkiyeyê tevî çekên xwe yên giran hîna li wê herêmê hene.

Roja duşemê wezîrê derve yê rêjîma Sûriyeyê Welîd El-Muelîm wiha gotibû: "Terorîst tevî çekên xwe yên giran li van herêman hene, ev yek jî dide xuyakirin ku Tirkiyeyê bi pîvanên ku danîne negirtine. Ji bo wê bajarê Idlibê hîna di bin kontrola terora Tirkiye û Ewropayê de ye."

Roja çarşemê berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê Igor Konaşnîkov wiha gotibû: "Em tekez dikin ku Tirkiyeyê hîna hemû berpirsyarên xwe de pêk neanîne."

(jo)