Heqî Kobanê: Em ji bo parastina herêmên xwe amade ne

Yek ji fermandarên QSD’ê Heqî Kobanê got hêzên wan ji bo parastina herêmên Bakurê Sûriyeyê amade ne û destnîşan kir ku armanca êrîşên dewleta Tirk ew e ku îradeya gelên herêmê bişikînin.

Heqî Kobanê: Em ji bo parastina herêmên xwe amade ne
1 mijdar, 2018   11:10

KOBANÊ

Ji fermandarên QSD`ê Heqî Kobanê di şahiya 1`ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê de got berxwedana Kobanê bi saya îradeya gelê herêmê û têkoşîna şehîdên azadiyê dengê xwe li hemû cîhanê veda.

Îro li bajarê Kobanê şahiya 1`ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê tê lidarxistin. Bi hezaran şêniyên kantonê û şandeyên ji herêmên Bakurê Sûriyeyê tev li şahiyê bûne.

Her wiha hevserokê Meclisa Damezirîner a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Mensûr El-Selûm, serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Îbrahîm El-Qeftan, hevseroka Desteya Rêveber a Meclisa Demokratîk a Sûriyeyê Îlham Ehmed, hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ebid Hamid El-Mehbaş û bi dehan rûspiyên êlên Kurd û Ereb beşdarî şahiyê bûne.

Heqî Kobanê 1`ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li hemû gelên herêmê û şehîdên azadiyê pîroz kir û destnîşan kir ku Qada Şehîd Egîd ku şahî lê tê lidarxistin bi saya têkoşîna şehîdan û di serî şehîd Cûdî ku serkêşiya wê berxwedanê dikir, hate rizgarkirin.

Heqî Kobanê di axaftina xwe de destnîşan kir ku hêzên wan li dijî hemû êrîşên li ser herêmê amade ne û diyar kir ku armanca êrîşên dewleta Tirk a dagirker ku îradeya gelên herêmê bişikîne û tekez kir ku îradeya wan tu carî nayê şikandin.

Ji fermandarên QSD`ê Heqî Kobanê di dawiya axaftina xwe de got bila her kes baş zanibe ku îradeya gelê ku hişt berxwedan bi ser bikeve, naşikê û ew hêz û morala xwe ji gelê xwe digirin.

(bx)

ANHA