Rêveberiya Sivîl a Minbicê: 1‘ê Mijdarê dê çirûskeke vêketî be

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarê Wê têkildarî 1‘ê Mijdarê daxuyaniyek da û tê de diyar kir ku giyanê Kobanêya rizgarkirî hêza sereke ya avakirina welat û civakake azad e.

Rêveberiya Sivîl a Minbicê: 1‘ê Mijdarê dê çirûskeke vêketî be
1 mijdar, 2018   10:23

MINBIC

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarê Wê bi wesîleya 1‘ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Piştgiriya Kobanê daxuyaniyek da. Rêveberiyê got roja piştgiriyê dê bibe sembol û bîranîneke mayînde û nîşaneya berxwedanê.

Daxuyanî bi beşdarbûna endamên komîte û saziyên rêveberiyê ji aliyê hevseroka Meclisa Zagonsaz Sûzan Hisên ve hate xwendin.

Sûzan wiha got: "Bi navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarên Wê em gelê Sûriyeyê, bi taybet gelê Kobanê bi vê wesîleyê pîroz dikin. 1‘ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Piştgiriya Kobanê, roja berxwedana bajarê aştiyê Kobanê ye. Di vê rojê de gelê Sûriyeyê yê şoreşger û hemû gelên şoreşger li hemberî hêzên terorîst ên tarî sekinîn."

Sûzan Hisên anî ziman ku 1‘ê Mijdarê ne tenê Roja Piştgiriya Kobanê ye, di heman demê de roja piştgiriya gelên bindest e û wiha domand: "Piştgiriya vê berxwedanê tê wateya piştgiriya demokrasî û azadiyê li tavahî cîhanê û bi taybetî piştgiriya gelên Rojhilata Navîn e. Roja Cîhanî ya Piştgiriya Kobanê wateya rasteqîn a hevgirtina mirovahiyê li hemberî teror û tundiyê diyar dike."

Sûzan di berdewama daxuyaniyê de Berxwedana Serdemê ya Efrînê bi bîr anî û wiha anî ziman: "Berxwedana Serdemê efsaneyên lehengî û fedayetî rêsandin, dema ku şervanan sîngê xwe li dijî tank û balafirên dijmin kirin mertal, Efrînê destanên qehremanî û rûmetê nivîsandin."

Sûzan her wiha got ev dîrok dê bibe sembol û bîranîneke mayînde di dilê mirovahiyê de, Roja Cîhanî ya Piştgiriya Kobanê  wateya durist a cîhanî ya vê berxwedanê diyar dike.

Di daxuyaniya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarên Wê de 1‘ê Mijdarê hate silavkirin û wiha hate domandin: "Em piştgiriya xwe ya bi gelê bindest re radigihînin, em hêvî dikin ku rihê berxwedana Kobanê bibe hêza sereke ya avakirina welat û civakeke azad ji bo Sûriyeyê. Serkeftina berxwedana gelêrî, bi taybetî berxwedana şervanên YPG û YPJ‘ê bû bingeha avakirina hêzeke leşkerî, niştîmanî û demokratîk, Hêzên Sûriya Demokratîk. Hêzên Sûriya Demokratîk berfirehiyeke mezin ji xaka Sûriyê ji çeteyên DAIŞ‘ê rizgar kir, ji Minbic heta Reqayê û herî dawî Dêrazorê. Rizgarkirina van deveran bingeha xwe ji berxwedana Kobanê digire."

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk şehîdên berxwedana Kobanê bi bîr anîn û wiha bi dawî kir: "Berxwedêrên leheng Arîn Mîrkan, Gelha û hemû şehîdên berxwedana Kobanê hêza DAIŞ‘ê ya ku ji gel û cîhanê re bûbû tirsek, şikand. Dîsa 1‘ê Mijdarê pîroz be, ev roj dê bibe çirûskeke pêketî û bîranîneke mayînde."

ANHA