‘Em ê bibin agir û her kesê ku êrîşî gelê me dike bişewitînin’

Meclisa Ciwanên Mibicê bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakurê Sûriyeyê şermezar kirin û got ew tu carî der barê êrîşên li ser yekitiya welatparêzî û jiyana hevbeş a di navbera gelên herêmê de bê deng namînin.

‘Em ê bibin agir û her kesê ku êrîşî gelê me dike bişewitînin’
1 mijdar, 2018   10:28

MINBIC

Der barê kiryarên Tirkiyeyê ku gundên kantona Kobanê û Girê Spî bombebaran dike, Meclisa Ciwanên Minbicê û gundên wê daxuyaniyek da û tê de destnîşan kir ku xwîna gelê bakurê Sûriyeyê bi hev re bû yek, dê heta dawiyê li hemberî êrîşan bibin yek.

Daxuyanî li stada El-Beledî li navenda bajarê Minbicê ji aliyê hevserokê Meclisa Ciwanan Selah Cuma ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Li ser navê Ciwanên Minbicê û gundên wê û Yekitiya Jinên Ciwan, em kiryarên Tirkiyeyê yên li ser xaka bakurê Sûriyeyê pêk tînin, şermezar dikin û dibêjin ku Tirkiyê tehemul nake ku ewlekarî li herêmên bakurê Sûriyeyê hebe."

Dewleta Tirkiyeyê ku bi nîjadperestiya xwe tê naskirin, êrîşî me dike. Em wek ciwanên Minbicê li hemberî hemû êrîşên li ser xaka Sûriyeyê em ê yek bin û li hemberî van êrîşan em bê deng namînin, ji ber ku xwîna gelê bakurê Sûriyeyê li hemberî êrîşên terorîstan bû yek, ev nameya me ye ji her kesê ku difikire êrîşî axa me bike û yekbûna gelan binpê bike.

Em wek ciwanên Minbicê em ê li ser rêya şehîd Arîn û Avesta bimeşin, em ê bibin agir û her kes ku êrîşî rûmet û jiyana hevbeş  bike, bişewitînin û bêdengiya navdewletî li hemberî kiryarên Tirkiyeyê şermezar dikin."

(jo)

ANHA