Darên Efrînê qût dikin û dibin Tirkiyê

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker darên daristanan ên Kantona Efrînê qût dikin û dişînin Tirkiyê.

Darên Efrînê qût dikin û dibin Tirkiyê
Darên Efrînê qût dikin û dibin Tirkiyê
Darên Efrînê qût dikin û dibin Tirkiyê
Darên Efrînê qût dikin û dibin Tirkiyê
1 mijdar, 2018   08:27

EFRÎN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê kiryarên xwe yên dagirkerî û bê exlaqî dewam dikin. Dagirker li kêleka kuştin û revandina mirovan êrîşên xwe yên li ser xwazayî Kantona Efrînê jî berdewam dikin.

Li gorî çavkaniyên taybet di bajarê Efrînê, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê Firqit El-Hemzat, Siltan Murad, Feyleq El-Şam û Ehrar El-Şam û hin girûpên din darên gund û navçe û navenda bajarê Efrînê qût dikin û difroşin.

Revandin berdewame

Li aliyekî din çeteyên artêşa Tirk a dagirker revandin û tirsê dixin dilê sivîlan ku dikaribin sivîlan ji bajarê wan bidin koç kirin.

Li gorî agahiyên çavkaniyan, çeteyên artêşa Tirk a dagirker welatiyê bi navê Ebdo Beşîr, di sala 1979`an de hatiye dinê û dikaneke wî di kolana El-Berîd li bajarê Efrînê heye, di seatên derengiya şevê de ew revandin û birin cihekî ne diyar.

Çeteyan welatiya bi navê Erîfe Bekir ji gundê Derwîş li navçeya Şera dema ku berê xwe dida  nava zeviyên xwe ku çinîna berhema zeytûnan bike, revandin û birin cihekî ne diyar.

(jo)

ANHA