‘Emê li dijî dagirkeriya tirkiyê bisekinin‘

Şêniyên kantona Girê Spî êrîşên artêşa tirk a dagirker ên li ser xaka Sûriyê şermezar kirin û gotin, "Mil bi mil em ê li hemberî dagirkeriyê bisekinin û bi hevgirtina xwe em ê hêviyên dagirkeriyê pûç bikin."

‘Emê li dijî dagirkeriya tirkiyê bisekinin‘
1 mijdar, 2018   08:20

GULÎSTAN MIHEMED / GIRÊ SPÎ

Şêniyên bajarê Girê Spî der barê êrîşên artêşa tirk a dagirker li ser bajarê wan ku di encama wê de yek ji endamên hêzên Erka Xweparastinê şehîd bû ji ajansa me ANHA`yê re axivîn û bertek nîşandan.

Şêniyan êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser xaka wan şermezar kirin û teqez kirin ku ewê heta dawiyê li dijî dagirkeran û êrîşên wan li berxwe bidin.

‘Emê li berxwe bidin’

Şêniyê bi navê Mîkayîl Mihemed ê ji bajarê Girê Spî destnîşan kir ku êrîşên ku şevê din li ser bajarê wan çêbûn sûceke mirovahî ye û diyar kir ku ewê tu carê bê deng nemînin, heta dawiyê wê bi şervanan xwe re li dijî dagirkeriyê bisekinin û tu carî derfet nadin tu kesî ku derbasî xaka wan bibin.

Mîkayîl teqez kir ku ew tu carî dev ji axa xwe bernadin, heta dawiyê bi şervanên QSD`ê re dê li dijî êrîşên li ser Girê Spî bisekinin.

‘Wê nikarîbin axa me dagir bikin’

Her wiha şêniya bi navê Nûr Ebdê êrîşên li ser kantona Girê Spî û herêmên Bakurê Sûriyê şermezar kir û got heger were xwestin ewê ji bo parastina axa xwe canê xwe feda bikin û tu carî dev ji axa xwe bernadin.

Nûr di axaftina xwe de got her ku çiqas Erdoganê faşîst êrîşî wan bike ewê bi saya têkoşîn û berxwedaniya şehîdan tu carî derfet nadin dagirkeran ku bi hustek ji xaka wan dagir bike.

Ji aliyê xwe ve şêniyê bi navê Serkes Ok teqez kir ku îradeya wan ji siyaseta tirkiyê xurttire û ew weke gelê kantona Girê Spî bi hemû pêkhateyên xwe bi doz û felesefeya Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî bin û mil bi mil wê li dijî dagirkeriya tirkiyê bisekinin û siyasetên wan ên qirêj li Girê Spî dê têk bibin.  Ok, got bila dewleta tirk baş zanibe ku ew tu carî hovîtî û kiryarên wan li dijî Ermenên li tirkiyê ji bîr nakin û nahêlin ev kiryar li ser wan were dûbarekirin.

(bx)

ANHA