Mijarên îro rojnameyên erebî behsê kirine ev in

Çavdêr diyar dikin ku helwesta Tirkiyeyê li dijî rojhilatê çemê Firatê dê Enqereyê li hemberî dijberiya Amerîka rû bi rû bihêle ku di tunekirina DAIŞ'ê de xwe dispêre Hêzên Sûriya Demokratîk. Ji bo lidarxistina hilbijartinên serokatiya Sûriyeyê ya pêşwext behsa hevpeymaneke Rûsya û Tirkiyeyê tê kirin. Amerîka ji bo bidawîkirina aloziya Yemenê pilanekê pêşkêş dike û li gorî vê pilanê çek tên danûn û rûniştina li ser maseya danûstandinan dest pê dike.

Mijarên îro rojnameyên erebî behsê kirine ev in
1 mijdar, 2018   08:39

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro hatine çapkirin behsa êrîşîn artêşa Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakurê Sûriyeyê û rawestandina pêngava Bagera Cizîrê bi awayekî demkî piştî êrîşî kirin. rojnameyan bal kişandin ser hevpeymaneke Tirkiye û Rûsya ya der barê lidarxistina hilbijartinên serokatiya Sûriyeyê ya pêşwext. Her wiha behsa budceya Îraqê ya sala bê û çalakiya aştiyê li Yemenê û avakirina hikûmeta Lubnanê û gelek mijarên din ên herêmê kirin.

El-Ereb: Dijwarbûna li rojhilatê Firatê; Enqere li hemberî dijberiya bi Waşintonê re rû bi rû dihêle

Rojnameyên erebî îro behsa gefxwarinên Tirkiyeyê ya dagirkirina rojhilatê Firatê kirin. rojnameya El-Ereb diyar kir ku Tirkiye dijberiya xwe di van demên dawî de li dijî hêzên Kurdî di Sûriyeyê de zêde dike û ji qonaxa gefxwarinên devkî derbasî topbarankirinê bû ye ku beriya du rojan li dijî Yekîneyên Parastina Gel li rojhilata Firatî çalakiyeke leşkerî pêk anî. Piştî du rojan ji "hişyariya dawî" ya Erdogan ji leşkerên Kurd re da ku paşve vekişin û Amerîka tewanbar kir ku bi alîkariya xwe ji Kurdan re gefxwarineke li hemberî ewlehiya sînorên Tirkiyeyê ye.

Rayedarekî Kurd Salih Muslim da zanîn ku evan gefxwarinên serokê Tirkiyey di êrîşeke berfireh de tenê dikeve çarçoveya alîkariya bi DAIŞ'ê re û tevlîhevkirina QSD'ê.

Çavdêran diyar kir ku ti girîngiya hevpeymanên di navbera Tirkiye û Waşintonê de tune ne û dane zanîn ku ev helwesta Tirkiyeyê dê li hemberî dijberiya bi Amerîka re rû bi rû bihêle.

El-Heyat: Nîşana şerê di navbera Kurdan û Tirkiyeyê de û QSD'ê êrîşa li dijî DAIŞ'ê radiwestîne

Rojnameya El-Heyat diyar kir ku li rex hişyariyên Rûsya ya têkçûna agirbesta li Idlibê û nîşanên ku Tirkiye nikare bendên hevpeymana Rûsya û Tirkiyeyê pêk bîne. Nîşan dide ku rewşa li Bakurrojhilatê Sûriyeyê dê rastî şerekî vekirî di navbera Kurdan û Tirkiyeyê de pêk were û rawestandina çalakiyên li dijî DAIŞ'ê. Li rex vê yekê Netewên Yekbûyî eşkere kir ku şandeyeke nû yê taybet ji bo aloziya Sûriyeyê erkdaririye.

Şerq El-Ewsat: Lihevkirina Rûsya û Tirkiyeyê der barê lidarxistina hilbijartinên serokatiya Sûriyeyê û cemidandina Idlibê heta salekê.

Rojnameya Şerq El-Ewsat behsa tevgerên Rûsya û Tirkiyeyê kir û li ser navê dîplomasiyekî rojavayî wiha got: "Ji bo lidarxistina hilbijartinên serokatî û parlemanî yên pêşwext li Sûriyeyê di sala 2020'an de Tirkiye û Rûsyayê lihev kiriye û rewşa Idlibê dê heta salekê wiha bimîne. Lê astengiya avakirina komîteya destûrî hêjî berdewam e.

Îraq

Girêdayî mijarên Îraqê rojnameya El-Heyat behsa budceya sala bê kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Kurd û Sunnî bi para xwe ya budceyê ne razî ne".

Rojnameya El-Ereb jî behsa rewşa leşkerî û vegera DAIŞ'ê li Îraq kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Vegera DAIŞ'ê rola siyasî û leşkerî ya milîsên Şîayî li Îraqê nû dike".

Yemen

Der barê xebatên peydakirina çareseriyeke siyasî ji aloziya Yemenê re rojnameya El-Heyat manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Pilaneke Amerîka ji bo bidawîkirina aloziya Yemenê û girêdayî destpêkirina danûstandinan e".

Filistîn

Der barê mijarên Filistînê de jî rojnameya Şerq El-Ewsat behsa hevdîtina di navbera Mehmûd Ebas û Wezîrê Karên Derve yê Umanê Yûsif Bin Elewî kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Ebas ber bi danûstandinên ku Amerîka Qudsa rojhilat weke paytexta dewleta Filistînê nas bike ve diçe."

Lubnan

Girêdayî çalakiya siyasî ya avakirina hikûmeta Lubnanê rojnameya El-Ereb manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Qada Lubnanê li dijî derengmayîna avakirina hikûmetê dikele".