Banka navendî ya Tirkiyeyê tirsa lawazbûna geşbûna aborî dike

Banka navendî ya Tirkiyeyê gumanên xwe der barê girsbûna darayî ya sala 2018 û 2019'an de bilind kir û soza siyaseteke hişk a darayî da eger pêwîstî hebe û metirsiya wê girêdayî lawazbûna geşbûna aborî zêde bûye.

Banka navendî ya Tirkiyeyê tirsa lawazbûna geşbûna aborî dike
1 mijdar, 2018   08:14

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Reuter's Banka Navendî ya Tirkiyeyê li ser bingeha civîna xwe ya siyaseta hefteya borî ku îro hatiye derxistin, li hemberî agahiyên tên wergirtin bêtir hesas bûye û dê helwesta xwe ya siyasî biguherîne dema ku guhertinek di gumanên girsbûna darayî de eşkere bibe.

Bankê diyar kir ku nîşanên sereke yên meha Cotmehê diyar bû ku girsbûna darayî di buhayên madeyên xwarinê de bilind nebûye. Bankê gumanên xwe ya der barê girsbûna darayî ya salên 2018 – 2019'an de bilind kiriye û soza siyaseteke hişk a darayî da û metirsiya lawazbûna geşbûna darayî zêde dibe.

Banka Navendî ya Tirkiyeyê di hefteya borî de rêjeya qezenckirinê di asteke bilind de hişt.

Ji bo kêmkirina tevliheviya bi Amerîka re da ku nirxa lîreya Tirkiyeyê li hemberî dolar bilind bibe, lê dîsa jî lîre bi qasî %31 li hemberî dolar daketî ye.

Li gorî pilansaziya aborî ya nû hikûmet guman dike ku aboriya Tirkiyeyê %3.8 îsal kêm bibe û di sala bê de %2.3 kêm bibe. Sindoqa darayî ya navnetewî geşbûna li Tirkiyeyê bi qasî %3.5 nîşan da.