Ji Şaredariya Dirbesiyê tedbîrên nû

Şaredariya Gel a Dirbesiyê destnîşan kir ku li ser giliyên şêniyên gundê Kerbetilî ku gotin ava baranê li kolanan kom dibe û bandoreke neyînî li jiyana şêniyan dike, Komîteya Rewşên Awarte ava kiriye.

Ji Şaredariya Dirbesiyê tedbîrên nû
Ji Şaredariya Dirbesiyê tedbîrên nû
Ji Şaredariya Dirbesiyê tedbîrên nû
Ji Şaredariya Dirbesiyê tedbîrên nû
Ji Şaredariya Dirbesiyê tedbîrên nû
Ji Şaredariya Dirbesiyê tedbîrên nû
1 mijdar, 2018   08:12

OLVA HAC MENSÛR / HESEKÊ

Barana ku di van rojên dawîn de barî, bû cihê kêfxweşî û xemgîniya şêniyên gundê Kerbetilî! A yekê ji ber ber çandiniyê û ya duyem ji ber ku bû sedema rabûna lehiyan û gelek malên şêniyan bi xwe re birin.

Gundê Kerbetilî bi 3 km dikeve başûrê navçeya Dirbesiyê ya girêdayî bajarê Hesekê. Di gund de 200 mal hene. Ev gund dikeve ser rêya navçeya Dirbesiyê û bajarê Hesekê. Piraniya şêniyên gund debara xwe bi çandiniyê û xwedîkirina sewalan dikin.

Gund ji ber vê pirsgirêkê ji zêdetirî 5 salan ve azar û zehmetiyan dikişîne. Ji ber nebûna rogaran di zivistanê de azarên wan zêde dibin. Her wiha ji ber neqîrkirina rêyan di nav gund de û ji ber ku piraniya malên gund axî ne, ava baranê derbasî malên sivîlan dibe. Dema baran dibare, şênî neçar dimînin ku bi xwe çareseriyekî ji pirsgirêkê re bibînin.

Têkildarî mijarê jina bi navê Nalîn Şemo wiha got: "Ji destpêka demsalê ve cudatirî salên berê gelek baran barî. Me gelek zehmetî dîtin. Em bang li aliyên têkildar dikin ku pirsgirêkê çareser bikin."

Ji aliyê xwe ve jina bi navê Fatme Dawûd a 60 salî wiha got: "Ji ber ku rogar nîn in, dema ku baran dibare em gelek zehmetî û pirsgirêkan dikêşin."

Girêdayî heman mijarê hevserokê Komîna Şehîd Reşo a gundê Kerbetıliyê Hemîd Cuma got: "Wek komîn, me hemû giliyên şêniyan ji aliyên têkildar re ragihandiye û em li benda bersîvê ne."

Endama Buroya Rêveber a Beşa Xedemî ya Şaredariya Gel a Dirbesiyê  Şaha Şêxî destnîşan kir ku çareseriya tekane ya pirsgirêka gundê Kerbatlî qîrkirina rêyan e û wiha dewam kir: "Lê lêçûna vê çareseriyê gelekî mezin e. Wek şaredarî jî derfetên me gelekî kêm in.”

Têkildarî tedbîrên ku ji bo derbaskirina pirsgirêkê tên girtin, Şaha Şêxî wiha got: "Wek tedbîr me Komîteya Rewşên Awarte ji 5 endaman ava kir. Me amûrên pêwîst ji komîteyê re peyda kirin. Ev komîte dê di dema barîna baranê de mudexele bike û rê nede ku av li kolanên gund kom bibe."

(şx)

ANHA