1‘ê Mijdarê Şoreşa Rojava veguhest cîhanî

1‘ê Mijdarê Şoreşa Rojava veguhest cîhanî
1 mijdar, 2018   07:46

LEZGÎN ÎBRAHÎM

Ji sala 2014‘an ve 1‘ê Mijdarê wekî Roja Cîhanî ya Piştgiriya Kobanê tê naskirin. Di vê rojê de gelên cîhanî bûne yek û piştgiriya xwe ya bi Berxwedana Sedsale ya Kobanê nîşan dan.

Di vê rojê de bi mîlyonan kes ji ol, mezheb û netewên cûda ku alên YPG û YPJ‘ê hildan û ji bo silavkirina berxwedana Kobanê daketin kolanan. Her wiha bang li civaka navdewletî kirin ku destwerdana lezgîn bikin û piştgiriyê bidin gelê Kurd.

Xwepêşandêrên li tevahî cîhanê di vê rojê de daxuyanî dan û 1‘ê Mijdarê wekî Roja Cîhanî ya Piştgiriya Kobanê ragihandin.

Roja Cîhanê ya Piştgiriya Kobanê dikarî Şoreşa Rojava bi cîhanê bide naskirin.

Berxwedana Kobanê bû bingeha bilindkirina asta têkoşîna Şoreşa Rojava. Ji xwe serkeftinên ku heya roja me ya îro têne bidestxistin bingeha xwe ji berxwedana dîrokî ya Kobanê digirin. Van serkeftinan di heman demê de dengê û têkoşîna gel Kurd gihand hemû hêzên şoreşger û demokratîk ên cîhanê. Bê guman serkeftina ku di Berxwedana Sedsalê ya Kobanê hate ravekirin de zemîna xwe ji hêz û îradeya şervanên YPG-YPJ‘ê û jî hevgirtina gel û kombûna wê ya li derdora şervanan digire.

Piştgiriya gelan ji serkeftina Kobanê re bû destek

Em dikarin bêjin ku di wê rojê de mirovatî li tevahî cîhanê piştgirî da Şoreşa Rojava û şorşgerên ku bi berdêlên giran li hemberî dijminê mirovahiyê "DAIŞ" disekinin. Gelê Kurd 1‘ê Mijdarê ji bîr nake û roleke mezin di têkoşîna navdewletî ya sedsala 21 de dilîze. Ji ber ku berxwedana Kobanê pilanên DAIŞ‘ê û alîgirên wê têk birin. Kobanê bi serket, azad bû û îro ji cîhanê re bûye sembola berxwedanê.

1‘ê Mijdarê ne tenê wekî Roja Cîhanî ya Piştgiriya Kobanê an jî ya gelê Kurde, di heman demê de wekî roja piştgiriya gelên bindest û gelên Rojhilata Navîne. Ji ber ku piştgiriya berxwedana Kobanê tê wateya piştgiriya têkoşîna demokrasî û azadiya gelên Rojhilata Navîn. Ne ji piştgiriya cîhanê û ji berxwedana efsanewî ya şervanan ba ya, wê Sûriyê veguherîba Afganistana duyemîn. Dê Rojhilata Navîn bibûya navenda terorîstan. Rexmê desteka Tirkiyê ya bi çeteyên DAIŞ‘ê re  berxwedana sedsale mirovahî ji penceşêra terorê xilas kir.

Bandora berxwedana Kobanê li ser dijminên gelê Kurd û alîgirên terorê

Di dema êrîşên çeteyên DAIŞ‘ê yên li ser kantona Kobanê, hikûmeta AKP‘ê digot, dê Kobanê hilweşe, car caran jî daxuyanî dida û digot Kobanê ket, lê şervanên YPG û YPJ‘ê li Kobanê bi ser ketin. Berxwedana Kobanê tevahî cîhan matmayî hişt û li ser çar parçeyên Kurdistanê bandor kir. Bandora vê yekê di serkeftina Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) li hilbijartinên Tirkiyê de diyar dibe. Dîsa jî her çendî ku Erdogan bi encamên dengan list jî û polîkeyên xwe yên li dijî kurdên Bakurê Kurdistanê zêde kir, gelê Kurd bi rihê berxwedana Kobanê li hemberî siyasetên Erdogan sekinîn.

Li aliyekî berxwedana Kobanê roleke mezin di rizgarkirina Minbic û Girê Spî de list. Erdogan ji vê yekê êdî bê çare ma, piştî ku rêya çeteyan hewl dida Sûriyê dagir dikir. Vê carê bi artêşa xwe derbasî Rojava û Bakurê Sûriyê bû. Li ser vê yekê dewleta Tirk tifaq bi çeteyên bi navê cûda re kir, ku ji Cerablusê vekişe û ew li şûna wê xwe bi cih bike. Em dikarin tifaqên wê û çeteyên DAIŞ û El-Nusra re wekî "Şanoyeke pêkenok" bi nav bikin, ku armanca xwe rê li ber berfirehbûna projeya demokratîk a Bakurê Sûriyê bigire.

Li vir em dikarin binketina DAIŞ‘ê li Kobanê wekî binketina Erdogan û hevalbendên wî bi nav bikin. Ji ber ku serkeftina Kobanê pilanên Erdogan têk bir.

Her çiqasî êrîşên xwe yên li ser Kobanê zêde kirin, ev êrîş ji aliyê Erdogan ve dihatin pilankirin, Erdogan bi van êrîşan hewl da Şoreşa Rojava û tevgera rizgariya Kurdistanê têk bibe. Êrîşên li ser Kobanê di çarçoveya siyaseta qirkirina gelê Kurd de hatî kirin. Êrîşên ku li ser Şengalê jî hatin kirin rastiya vê yekê diyar dike. Ji ber vê jî Erdogan her caran hevoka "Tiştek nema Kobanê bikeve"dûbare dikir û digot piştî Kobanê ew ê berê xwe bidin Efrînê. Bi vê yekê polîtîkeyên xwe yên dagirkirina Sûriyê eşkere dike. Xwest bi dagirkirina Kobanê ku çirûska Şorşa Rojava jê destpê kir, şoreşê ji holê rake û îradeya gelê Kurd têk bibe. Armanca Erdogan- AKP ji van êrîşan ev bû. Lê hemû pilanên wî bi berxwedaniya dîrokî ya gelê Kobanê û pêşengtiya jinên Kurd hilweşiyan.

Bandora Berxwedana Kobanê li ser têkiliyên doplomasî yên Kurdî

Beriya Berxwedana Kobanê, çav li doza gelê Kurd girtî bû, lê berxwedaniya lehengî ya gelê Kurd û şervanên enternasyonalîst ya li hemberî çeteyên DAIŞ‘ê cîhan neçar kir ku helwesta xwe ya li hemberî gelê Kurd li gelemperiya Kurdistanê biguhere. Her wiha di êrîşên li hemberî komên çete de bûne şirîkê kurdan.

Her wiha berxwedana Kobanê têkiliyên cîhanê bi kurdan re xurt kir. Piştî serkeftina berxwedana sedsale, ji gelek deverên cîhanê gel berê xwe da Kobanê û rastiya gelê Kurd, berxwedana jin, tevgera rizgariyê nas kirin.

Rola Jin di Berxwedana Kobanê de

Bi pêvajoya Şoreşa Rojava re, bi taybetî Berxwedana Kobanê re, têkoşîna jina Kurd derket holê. Berxwedanî û çalakiyên şervanên YPG‘ê li hemberî DAIŞ‘ê careke din îsbat kir ku dê serkeftin para gelê demokrastîk û aştxwaz be.

Em dikarin Berxwedana Kobanê bi berxwedana jina azad bi nav bikin. Dema qala Berxwedana Kobanê tê kirin destpêkê fermandarên YPJ‘ê Arîn Mîrkan û Rêvana dikeve bala mirov de.

Arîn û Rêvana bi çalakiyên xwe cîhan matmayî hiştin, her wiha nêrîna civakî ya paşverû ku jin biçûk dixist guhertin û hişmendiya baviksalarî şikand.

Berxwedana şervanên YPJ‘ê li cîhanê dengek veda. Li paytexta Afganistanê Kabîlê zêdeyî 200 jin daketin qadan û piştgirî dane YPJ‘ê. Jinan li Afganistanê di xwepêşandanê de ala DAIŞ‘ê şewistandin û pankartên bi zimanên Kurdî "Kobanê em bi te re ne" vekiribûn.

Kobanê tirsa DAIŞ kuşt

Çeteyên DAIŞ‘ê li deverên ku dagir kiribûn, xof û tirs çandibûn. Lê belê li Rojava bi taybetî li Kobanê çeteyên DAIŞ‘ê her çiqasî bi desteka dewleta Tirk êrîşên dijwar pêk di anîn jî êrîşên wê bi ser nektin.

DAIŞ‘ê piştî ku herêmên mezin ên Sûriyê û Iraq girtin, wekî Reqa, Tedmur û Mûsilê, her cure çek girtin û li hemberî Kobanê bi karanîn. Lê şervanên Kobanê ji van çekan re bûne mertal û xeteriya DAIŞ‘ê li ser cîhanê rakirin. Êdî cîhan nas kir ku hêzeke mîna pola heye û dikare DAIŞ‘ê têk bibe. Li ser vî esasî gelek ciwan ji welatên cuda cuda hatin Rojava û cihê xwe di Berxwedana Kobanê ya li dijî DAIŞ‘ê girtin

Piştî rizgrkirinê

Piştî ku Kobanê ji bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ‘ê hate rizgarkirin, gelek dewlet û rêxistin soza destekdayîna jinûve avakirina Kobanê dan. Lê mixabin ev soz tenê devkî bûn, di pratîkê de ti gav ji hêla wan ve nehate avêtin. Şêniyên herêmê bi hevgirtin û derfetên xwe herêm ji nû ve ava kirin û di her qadan de gavên girîng avêtin.

Giyanê berxwedanê hê bi dawî nebûye

Dîsa jî em bi bîr bixin ku berxwedana Kobanê ne tenê ji bo gelê Kurd, lê belê ji bo tevahî gelê cîhanî xwedî wateye ke girîng e. Giyanê berxwedanê di roja me ya îro de berdewam e. Bi rihê berxwedana Kobanê Minbic, Girê Spî û Reqa "Paytexta xîlafetê" rizgar bûn.  Her wiha bi giyanê Berxwedana Sedsale Meclisa Sûriyeya Demokratîk, Hêzên Sûriyeya Demokratîk ava bûn. Berxwedana ku bingeha xwe ji Kobanê digire niha li Dêrazor û Efrînê tecîdar e.