Şêniyên Efrînê: Êrîşên li ser herêma Firatê berdewamkirina êrîşên li ser Efrînê ne

Gelek şêniyên Efrînê ku li Şehbayê dimînin, diyar kir ku êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser Kobanê û Girê Spî berfirehiya êrîşên li ser Efrînê ye. 

Şêniyên Efrînê: Êrîşên li ser herêma Firatê berdewamkirina êrîşên li ser Efrînê ne
31 cotmeh, 2018   14:03

CERFER CEFO – XANDÎ ELO / ŞEHBA

Artêşa Tirk a dagirker di demên dawîn de êrîşên xwe zêdetir kirine û bi tank û topavêjan kantona Kobanê û Girê Spî topbaran kirin. Der barê mijarê de şêniyên Efrînê yên li herêma Şehbayê dimînin, tekez kir ku ev êrîş biratiya gelan û jiyana hevbeş dikin hedef.

Şêniya bi navê Hesna Hesen destnîşan kir ku êrîşên Tirkiyeyê ji bo ji nû ve demên Osmaniyan vegerîne û got :"Artêşa Tirk a dagirker êrîşên xwe li ser herêmên ewle li Sûriyeyê pêk tîne, ew herêmên ku QSD`ê rizgar kirine û projeya biratiya gelan û jiyana hevbeş tê de dimeşe dike hedef. Dewleta Tirk ku bi navê îslamê bang dike, hemû pîvanên mirovahiyê binpê dike. Bi çekên giran sivîlan dike hedef, ew selametiyê ji gelê Sûriyê re naxwazê, bêdengiya navdewletî der barê êrîşan de berdewamkirina êrîşan e."

Welatiya bi navê Subhan Kosa êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin û wiha got: "Çima civaka navdewletî ev qas bê deng e û bi taybet rêxistinên mafên mirovan. Bêndengiya wan dide diyarkirin ku ew dixwazin destkeftiyên şoreşa Rojava binpê bikin. Bila her zanibin çi qas êrîş giran bin em ê berxwedana xwe bilindtir bikin."

Welatiyê bi navê Mesûd Kirad jî axivî û got armanca êrîşan ji bo ku hemleya QSD`ê bidin sekinandin û wiha dewam kir: "Artêşa Tirk û çeteyên wê berê êrîşî kantona Efrînê kir û niha jî artêşa Tirk a dagirker êrîşên xwe li ser Kobanê û Girê Spî dide meşandin, ew jî ji bo ku hemleya QSD`ê asteng bike."

(jo)

ANHA