Rihê berpirsyariyê hişt ku sîstema bacan bi ser bikeve

Piştî nêzî salekê ji ked û xebatên destpêkirina qanûna baca derhatinê li herêma Cizîrê, welatiyên Dêrikê bi rihekî berpirsyar qanûnê pêk tînin û bacên xwe didin. Kargeriyên darayî jî li gorî sîstemeke elektronîk kar û barên bacan hêsan dikin.

Rihê berpirsyariyê hişt ku sîstema bacan bi ser bikeve
Rihê berpirsyariyê hişt ku sîstema bacan bi ser bikeve
Rihê berpirsyariyê hişt ku sîstema bacan bi ser bikeve
Rihê berpirsyariyê hişt ku sîstema bacan bi ser bikeve
Rihê berpirsyariyê hişt ku sîstema bacan bi ser bikeve
Rihê berpirsyariyê hişt ku sîstema bacan bi ser bikeve
Rihê berpirsyariyê hişt ku sîstema bacan bi ser bikeve
Rihê berpirsyariyê hişt ku sîstema bacan bi ser bikeve
31 cotmeh, 2018   10:23

AMARA CÛDÎ / QAMIŞLO

Qanûna bacan derhatinê bi hejmara 18’an a sala 2018'an ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîr ve hate derxistin. Ew jî pêwîstiyeke darayî ye ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi rêya Desteya Darayî li gorî pîvanên qezenca rasteqîn bi armanca pêkanîna edaleta civakî û bilindkirina asta aborî ya kesan û civakê û pêşxistina xizmetguzariyê di aliyên tenduristî û perwerdeyê de werdigire.

Di nîvê sala 2017'an de ji bo amadekirina bingeheke agahiyan û belavkirina razemeniyan li ser erkdariyan ku giştî agahiyên girêdayî çalakiya wê ya aborî digire nava xwe, xebat hate meşandin. Qanûn di destpêka sala 2018'an de bi rêya kargeriyên darayî ku li herêmên Cizîrê hatine avakirin, ket meriyetê.

Ajansa me ANHA'yê rewşa kar û xebatan di kargeriya darayî ya devera Dêrikê û rêbazên wergirtina bacan de şopand.

Sîstemeke elektronîk ji bo wergirtina bacan

Girêdayî devera Dêrikê 4 navçe hene, ew jî navçeyên Dêrik, Girkê Legê, Til Koçer û Çilaxa ne. Navenda Kargeriya Darayî di bajarê Dêrikê de ye û di kargeriyê de 45 karmendên ji hemû pisporiyan dixebitin. Di kargeriyê de gelek beş hene û kar û xebatên xwe bi rêk û pêk didin meşandin.

Serokê Beşa Lêveger û Wergirtinê ya Kargeriya Darayî ya Dêrikê Saêr El-Nasir piştrast kir ku wergirtina baca derhatinê ji erkdariyan li gorî sîstemeke elektronîk ku li ser bingeheke agahiyan a berfireh hatiye avakirin pêk tê. Bi vê sîstemê karûbarên welatiyan ên girêdayî dayîna bacan û wergirtina destûran hêsan û bi lez dibe.

Li gorî El-Nasir agahdariya bacan xwe dispêre îspatkirina kesayetî, çi li gorî nasnameyê û çi jî li gorî deftera malbatî yan belgeyeke din ku kesayetê piştrast dike û li ser vê yekê agahî tên dagirtin û ji Beşa Derhatin û Agahiyan re tê şandin.

El-Nasir wiha domand: "Rêbaza kar di kargeriyê de xwe dispêre sîstemeke elektronîk û bikaranînên taybet ên kargeriyê da ku karûbarên erkdaran werin hêsankirin û pêdivî bi kaxezan nîn e. Erkdar bi rêya vê sîstemê dikare destûra xwe ji her beşekî li bajaran an bajarokên herêma Cizîrê wergire ji ber ku kargerî li gorî bingeha agahiyan bi hev ve girêdayî ne."

Girêdayî kargeriyê beşa "gumankirinê" heye û peywira wê baca derhatinê li gorî qanûna heyî diyar bike û endamên vê beşê gerên xwe di bazar, fabrîqe û şîrketan d pêk tînin û nirxa baca ku ji şîrket û fabrîqeyan tê xwestin diyar dikin.

Beşa Lêvegerê jî belge û agahiyên temam der barê kesên bacan didin de derdixe. Piştre erkdar ji beşa dayînê re tê şandin û qoçanekê werdigire ku tê de îspat dibe ku wî baca xwe daye.

Hevseroka Kargeriya Darayî ya Dêrikê Amedî Xelef piştrast kir ku hemû kermend baca xwe didin û rojane bi dehan welatî serdana kargeriyê dikin û bacên xwe didin. Amedî da zanîn ku bac dikeve xizmeta welat û bilindkirina rewşa xizmetguzariyê.

Amedî da zanîn ku nirxa bacan li ser milê welatiyan ne giran e û dabeşî 9 babetan dibe û ji hezar lîreyên Sûriyeyê dest pê dike.

Der barê kesên ji bacên wan hatine efûkirin de Amedî got ku komeleyên xêrxwaz, navendên olî û rêxistinên navneteweyî û nexweşxaneyên giştî û astengdar ji baca derhatinê hatine efûkirin.

Welatiyê ji navçeya Girkê Legê yê bi navê Hemed El-Sacir ku serdana Kargeriya Darayî dikir û baca xwe dida, diyar kir ku karûbarên wan bi hêsanî ji aliyê karmendên kargeriyê ve hatine meşandin.

ANHA