Ciwanên Rojava ji bo bersivdayîna êrîşên Tirkiyeyê amade ne

Endama Koordînasyona Jinên Ciwan Vînda Bêrî diyar kir ku li dijî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk bi slogana ‘Li dijî dagirkeriyê serî hilde!’ çalakiyên wan dest pê kirine û wiha got: “Erka me ya sereke bi felsefeya Rêber Apo em ber bi hemû qadan ve biherikin û li dijî plan û tevgerên dewleta Tirk helwestên tund nîşan bidin.”

Ciwanên Rojava ji bo bersivdayîna êrîşên Tirkiyeyê amade ne
31 cotmeh, 2018   10:17

MÛRADA KENDA – ŞÎNDA EKREM / QAMIŞLO

Dewleta Tirk a dagirker li ser rojavayê Kurdistanê êrîşên xwe pêk tîne. Li dijî êrîşên dewleta Tirk li seranserî rojavayê Kurdistanê çalakiyên cur bi cur tên lidarxistin. Her wiha Yekitiya Ciwanên Rojava (YCR) û Yekitiya Jinên Ciwan (YJC) hemleya ‘Li dijî dagirkeriyê serî hilde’ bi pêşengiya Jinên Ciwan îro dest pê dike.

Têkildarî mijarê endama Koordînasyona Jinên Ciwan Vînda Bêrî têkîldarî hamleya ciwanan a bi slogana ‘Li dijî dagirkeriyê serî hilde!’ ji ajansa me ANHA re axivî û wiha got: “Heya ku dagirkeriya dewleta Tirk li ser axa Kurdistanê were sekinandin çalakiyên me dê bidomin.”

‘Dewleta Tirk dê hesabekî dîrokî bide’

Vînda Bêrî di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser dagirkeriya dewleta Tirk li Rojava û wiha got: “Dewleta Tirk a dagirker di demeke metirsiyek li ser Rojava ye Kurdistan dide ava kirin.  Wek jinên ciwan li dijî wan gefên dewleta Tirk em ê bê deng nemînin. Erka me ya sereke bi felsefeya Rêber Apo hemû qadan biherikin û li dijî plan û tevgerê dewleta Tirk helwestên tund nîşan bidin. Tu dewlet vîna me êdî nikarin binpê bikin. Di axa rojavayê Kurdistanê de gelek bedel hatiye dayîn. Îro em dixwazin di çar parçeyên Kurdistanê de sîstema xwe ava bikin. Êdî em wek tevgera jinên ciwan li dijî tecrîda li ser Rêber Apo û dagirkeriya dewleta Tirk li ser axa Kurdistanê bê deng namînin. Hesabê dîrok û roja me îro em ê ji dewleta Tirk bixwazin. Qetlîam, tecawiz, êrîş, bêaxlaqiya dewleta Tirk li ser gelê me nayê qebûlkirin. Heger jin biherikin qadan êdî tu hêz nikarin pêşiya wan bigirin.” 

‘Çalakiyên me heya sekinandina dagirkeriyê dê bidomin’

Vînda Bêrî diyar kir we îro çalakiyên cur bi cur li ser asta herêma Cizîrê bi slogana ‘Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk serî hilde!’ dest pê dikin û wiha pê de çû: “Heya ku dewleta Tirk hesab bide wê çalakiyên me bidomin. 15,16 û 17 vê mehê li dijî tecrîda Rêber Apo û tundiya li ser gelê me meşeke dirêj dê li Derikê dest pê bike. Her wiha li her dera rojavayê Kurdistanê em ê ciwanan perwerde bikin û semîneran bidin. Bi hemû hêza xwe jinên ciwan tev li pêvajoyê bikin.”

‘Divê ciwan roleke aktîf di çalakiyan de bilîzin’

Endama Koordînasyona Jinên Ciwan Vînda Bêrî di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinên ciwan û ciwanan kir ku bi yek deng û helwestî ji bo bersivdayîna êrîşên dagirkeriyê li ser axa Kurdistanê xwe berpirsar bibînin.

ANHA