Di encama êrîşên li ser Kobanê de birîndar hene

Artêşa Tirk a dagirker gundên Aşmê û Kor Elî topbaran kirin. Sivîl kirin hedef û di encamê de 2 sivîl birîndar bûn.

Di encama êrîşên li ser Kobanê de birîndar hene
31 cotmeh, 2018   10:02

KOBANÊ

Artêşa Tirk a dagirker gundên Aşmê û Kor Elî yên rojavayê Kobanê topbaran dike.

Çavkaniyên leşkerî ji ajansa me ANHA`yê re diyar kir ku 2 sivîl di encama topbaranê de birîndar bûne.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku artêşa Tirk a dagirker êrîşî herêmên Bakurê Sûriyeyê yên di navbera sînorê Rojava û Bakurê Kurdistanê de dike. Şervanên QSD`ê bersiva topbaranê da û di encma wê de erebeyeke leşkerî ya artêşa Tirk hate teqandin.

(bx)

ANHA