Artêşa Tirk vê carê gundê Kor Elî topbaran dike

Artêşa Tirk a dagirker piştî gundê Sêlim, gundê Kor Elî yê rojavayî bajarê Kobanê bi hawanan topbaran dike.

Artêşa Tirk vê carê gundê Kor Elî topbaran dike
31 cotmeh, 2018   09:10

KOBANÊ

Nûçegihanên me ku rewşa sînor dişopînin, ragihandin ku artêşa Tirk a dagirker beriya niha bi saetekê gundê Kor Elî yê rojavayî bajarê Kobanê ku li ser sînorê Bakurê Kurdistanê ye bi hawanan topbaran dike. Topbarana dijwar heta niha didome.

Beriya niha jî artêşa dagirker gundê Sêlim ku ew jî li rojavayî bajarê Kobanê ye, topbaran kir.

ANHA