Li bajarê Arkhangelsk ê Rûsyayê teqînek pêk hat

Teqînek li nêzî avahiya rêveberiya ewlekariyê ya Rûsyayê li bajarê Arkhangelsk ê rojavayê Rûsyayê  pêk hat, di encamê de 3 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li bajarê Arkhangelsk ê Rûsyayê teqînek pêk hat
31 cotmeh, 2018   09:04

NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Spûtnîk destnîşan kir ku komîteya antîterorê daye zanîn ku îro teqînek li nêzî avahiya rêveberiya ewlekariyê ya Rûsyayê li bajarê Arkhangelsk ê rojavayê Rûsyayê pêk hatiye û heta niha lêpirsîn dewam dike.

Di daxuyaniya xwe de komîteyê wiha got: "Teqîn li Arkhangelsk li nêzî avahiya rêveberiya ewlekariyê pêk hat û sedema êrîşê hate zanîn.”

Li aliyekî din rayedarê kantona Arkhangelsk Igor Orlov got ku di teqînê de 3 kes mirine û nasnameyên wan nehatine naskirin.

(jo)