Li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê çalakî werin lidarxistin

Îro ciwanên herêma Cizîrê li hemû bajar û navçeyên herêmê li dijî êrîşên dewleta Tirkiyeyê yên li ser herêmên Rojava û Bakurê Sûriyeyê derdikevin serhildanan.

Li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê çalakî werin lidarxistin
31 cotmeh, 2018   08:06

QAMIŞLO

Dewleta Tirkiyeyê a dagirker çend roj e bi çekên sivik û giran êrîşî herêmên Rojava, bakur û rojhilatê Sûriyeyê dike. Şeva din dewleta dagirker êrîşî herêma Girê Spî kir û di encama wê de şervanekî hêzên Erka Xweparastinê şehîd bû.

Ji bo şermezarkirina êrîşên artêşa Tirk a dagirker, îro seat di 13:00’an de ciwanên Rojava, bakur û rojhilatê Sûriyeyê dê li hemû bajar û navçeyên herêma Cizîrê bi dirûşma "Li hemberî dagirkeriya Tirkiyeyê rabin ser pêyan" meşan li dar bixin.

Li Qamişlo, Girkê Legê, Dêrîk, Tirbespiyê, Hesekê, Dirbêsiyê, Amûdê, Til Temir, Serêkaniyê û Çilaxa dê meş bêne lidarxistin.

Her wiha ciwanên Girê Spî dê di roja 1`ê Mijdarê de meşeke mezin li dar bixin, dê ciwanên herêma Cizîr, bajarê Reqayê, Minbic, Dêrazor, Tebqa û Silûkê tev lê bibin.

(jo)

ANHA