Partiya Kesk: Êrîşa Tirkiyeyê alîkariya rêxistinên terorîst dike

Meclisa Partiya Kesk a Kurdistanê destnîşan kir ku êrîşa Tirkiyeyê li dijî herêmên bakurê Sûriyeyê alîkariya terorê armanc dike û bang li hêzên Koalîsyona Navneteweyî kir ku li hemberî van gefên dagirkeriya Tirkiyeyê derkeve ku eşkere pîvanên navneteweyî binpê dike.

Partiya Kesk: Êrîşa Tirkiyeyê alîkariya rêxistinên terorîst dike
31 cotmeh, 2018   07:53

HESEKÊ

Meclisa Partiya Kesk a Kurdistanê bi daxuyaniyekê bang li welatiyan û hêzên çekdar kir ku li hemberî êrîşeke dagirkeriya Tirkiyeyê li dijî Rojava, bakur û rojhilatê Sûriyeyê re xwe amade bikin û wiha got: "Em li ser rêya berxwedan û şoreşê ne û heta serkeftinê em ê tê bikoşin".

Di daxuyaniya partiyê de êrîşên artêşa Tirk li dijî Kobanê û Girê Spî bi tundî hatin şermezarkirin û wiha hate gotin:

"Her çi qas Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di şerê li dijî komên terorîst û bi taybet DAIŞ'ê de pêşve diçe, dewleta Tirk destdirêjiyan li baregehên QSD'ê dike. Dema ku QSD'ê di sala 2017'an de pêngava xwe ya li dijî paytexta îdiaker a DAIŞ'ê dest pê kir, dîsa rastî êrîşên artêşa Tirk hat.

Artêşa Tirk her wiha di destpêka sala 2018'an de alîkariya komên terorîst re kir û êrîşî herêma Efrînê kir. Artêşa Tirk rasterast êrîşî herêma ewle Efrînê kir ku bi sed hezaran koçber tê de hatibûn bicihkirin. Va ye herêma Efrînê li gorî raporên rêxistinên parastinê veguheriye navenda rêxistinên terorîst ku alîkariya xwe ji Tirkiyeyê werdigirin. Ev komên terorîst bi hevkariya Tirkiyeyê çalakiyên qirkirinê li dijî welatiyên Efrînê didin meşandin û demografyaya Efrînê diguherînin."

Em ji cîhana azad re bi bîr tînin ku destdirêjiyên dewleta Tirk ku paşguh kirine, em dibêjin ku ev destdirêjiyên wê nakevin xizmeta şerê li dijî DAIŞ'ê û aramiyê li Sûriyeyê pêk nayne û berovajî wê alîkariya rêxistinên terorîst dike.

Em bang li hêzên Koalîsyona Navneteweyî û di serî de Amerîka û Fransayê dikin ku van gefxwarin û hovîtiya dewleta Tirk li ser axa Sûriyeyê rawestînin ku bi van destdirêjiyên xwe hemû pîvanên navneteweyî binpê dike.

Em destdirêjiya dewleta Tirk a dagirker li dijî Kobanê û Girê Spî bi tundî şermezar dikin. Em bang li welatiyên xwe û hêzên xwe yên çekdar dikin ku ji êrîşa dagirkeriya Tirkiyeyê re li dijî Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re xwe amade bikin. Em li ser rêya berxwedan û şoreşê ne, em ê heta serkeftinê tê bikoşin.

Şehîd namirin. Hilweşe dagirkeriya dewleta Tirk."

ANHA