Artêşa tirk a dagirker careke din êrîşî Girê Spî dike

Artêşa tirk a dagirker careke din bi çekên giran û sivik êrîşî bajarê Girê Spî kir.

Artêşa tirk a dagirker careke din êrîşî Girê Spî dike
31 cotmeh, 2018   07:03

GIRÊ SPÎ

Li gorî çavkaniyên li ser sînorê di navbera kantona Girê Spî û Bakurê Kurdistanê de ji ajansa me ANHA`yê re ragihandin ku artêşa tirk a dagirker di van kêliyan de êrîşî rojavayî bajarê Girê Spî dike.

Çavkaniyan destnîşan kir ku artêşa tirk a dagirker bi çekên doçka û bi çekên cuda cuda êrîşên xwe dewam dike.

Ev yek piştî ku artêşa tirk a dagirker duh êrîşî deriyê sînor ê Girê Spî kirin. Di encama wê de endamekî hêzên Erka Xwepastinê şehîd bû.

(bx)

ANHA