Şêniyên Kobanê: Berdêl çi be bila bibe em bostekê ji axa xwe bernadin

Şêniyên Kantona Kobanê êrîşên artêşa Tirk a dagirker yên li ser gundên rojavayê Kobanê şermezar kirin û gotin: "Berdêl çi be bila bibe em bostek ji axa xwe bernadin."

Şêniyên Kobanê: Berdêl çi be bila bibe em bostekê ji axa xwe bernadin
31 cotmeh, 2018   05:20

ŞÎRÎN MIHÊDÎN / KOBANÊ

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker roja 28‘ê Cotmehê êrîşî gundên Zormixar, Siftek, Çariqlî û Xereb Eto yên rojavayê bajarê Kobanê kirin. Di encamê de şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Mihemed Hûtî şehîd bû, her wiha ziyaên madî gihiştin ma û milkên sivîlan.

Şêniyên bajarê Kobanê êrîşên artêşa Tirka şermezar kirin û gotin: "Heya kurdek li hebe ew ê rê nadin ku Tirkiyê bostek ji axa Kobanê dagir bike."

Zehra Nebo anî ziman ku Erdogan bê sûc û sebeb gundên wan topbaran dike û wiha got: "Erdogan çima êrîşan li hemberî me pêk tîne. Li hemberî serkeftinên me êdî bê çare maye, ji ber vê yekê êrîş dike. Lê çi dike bila bike, ew hîna kurdan nas nake, em bostek ji axa xwe bernadin. Çawa me Kobanê ji çeteyên DAIŞ‘ê rizgar kir em ê Efrînê ji dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên girêdayî wê rizgar bikin."

Ji aliyê xwe ve Şewket Oso ku ji gundê Qumlix e wiha anî ziman:"Erdogan ji serkeftinên hêzên me yên li hemberî DAIŞ‘ê li Dêrazorê ditirse, lewra êrîşî gundên me dike. Em ji Erdogan re dibêjin êrîşên te me natirsîne, em ji her tiştî re amede ne, gelê me bi jin, mêr, kal û pîr amede ne ku axa xwe biparêzin."

Her wiha ciwanê bi navê Mahîr Kobanê topbarana dagirkeriya Tirkiyê li ser gundên rojavayê Kobanê bi tundî şermezar kir û got:"Em wekî ciwan Kobanê sînoran nasnakin, eger dilopeke xwîn di canê me de hebe em nahêlim ku Tirk axa me dagir bike."

Şêniyên Kobanê di dawiya axaftina xwe de teqez kirin ku berdêl çi be bila bibe em dev ji axa xwe berndain û nahêlin kurd kole bimînin.

ANHA