ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 31 .10.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 31 .10.2018
31 cotmeh, 2018   05:00

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ku ji aliyê QSD‘ê ve hatiye destpêkirin dê were şopandin.

- Şêniyên Kantona Kobanê êrîşên artêşa Tirk a dagirker yên li ser gundên rojavayê Kobanê şermezar kirin û gotin: "Berdêl çi be bila bibe em bostek ji axa xwe bernadin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Kesên ku bi Ocalan re hevdîin kirine, diyar kirin ku di hevdîtin wan bi Ocalan re şêwazên şerê taybet a ku dijmin der heqê gelê Kurd de bikar tîne nas kirine. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li Kobanê ji bo şervanên Hêzên Erka Xweparastinê Mihemed Hûtî û Selîm Mehmûd konê sersaxiyê li gundê Qeran û navçeya Sirînê tê venda, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Kobanê şehîdên meha Cotmehê li Goristana Şehîd Dicle bi bîr tînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLITIKA

Aldar Xelîl destnîşan kir ku dewleta tirk a dagirker bi rêya êrîşên li ser Bakurê Sûriyê parastina terorîstan bike û pêwîste civaka navdeweltî der barê kiryarên dewleta tirk biryarên cidî bigire. (BI WÊNE).

DOSYA

- Salek beriya niha gelê herêma Tebqayê bi hemû pêkhate, mezheb û baweriyên xwe cara yekem di dîroka herêmê de gaveke ber bi demokrasiyê re di avêjin û mecliseke rêveber ava kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Projeya Mala Mûnê ya girêdayî Meclisa Jinan a Tebqayê amadekirina xwarinên zivistanê didomîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Jina bi navê Enahîta ku ji beriya Şoreşa Rojava bi dizî helbestên Kurdî dinivîsî, niha berhemên wê di pêşangeha gerok a pirtûkan de cih digirin. Enahîta bang li jinan kir û wiha got: “Bila hestên xwe yên bi salan veşartîn derbirin, ji ber ku şoreşê derfet ji bo jinan afirtandiye.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Komîteya Edebiyat a Rojava pirtûkxaneyeke navendî li bajarê Qamişlo vedike, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Ji ber hilweşandina pireyê ku bajarê Hesekê bi navçeya Şedadê girê dide gelek pirsgirêk ji sivîlên herêmê re çêdibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şaredariya Gel a Dirbesiyê destnîşan kir ku wan li ser giliyên şêniyên gundê Kerbatlî Komîteya Rewşên Awarte ji bo çareserkirna pirsgirêka kombûna avê li kolanên gund ava kiriye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Di îsyatîfek cuda û tekane de, Meclisa Tenduristiyê ya bajarê Hesekê Navenda kilînîkên nexweşxaneya gel vekirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li herêma Cizîrê ji beriya kêmî salekî ve qanûna baceyan kete meryetê, şênî diyar dikin ku ew ê bi berpirsyarî li hemberî vê qanûnê tevbigerin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Mewsima çandina garis ji mewsimên her serkeftî li bajarê Reqayê tê hesbandin. Yekser piştî hilberandina genim tê çandin. Her wiha lêçûna wê ya herî kêm di nav mewsimên çandiniyê yên din de ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA