Gelê Hesekê şehîdên meha Cotmehê bi bîranîn

Şehîdên meha Cotmehê yên têkoşîna azadiyê, li bajarê Hesekê hatin bîranîn.

Gelê Hesekê şehîdên meha Cotmehê bi bîranîn
Gelê Hesekê şehîdên meha Cotmehê bi bîranîn
Gelê Hesekê şehîdên meha Cotmehê bi bîranîn
Gelê Hesekê şehîdên meha Cotmehê bi bîranîn
Gelê Hesekê şehîdên meha Cotmehê bi bîranîn
Gelê Hesekê şehîdên meha Cotmehê bi bîranîn
Gelê Hesekê şehîdên meha Cotmehê bi bîranîn
30 cotmeh, 2018   17:23

HESEKÊ

Biranîn ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan li Goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawidiyê hate lidarxistin. Bi sedan şêniyên herêmê, malbatê şehîdan û şervanên QSD‘ê beşdarî merasîmê bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtin, Rêveberê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Dawê, yek ji fermandarên QSD‘ê Ziyab El-Hesekê û Rêveberê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Merwan Mizhir axivîn.

Di axaftinan de pesnê fedekariya ciwanên herêmê ku di oxira parastina gel de şehîd bûne hate dayîn.

He wiha hate gotin, pir alî hen dixwazin destkeftiyên bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin têk bibin û hate gotin; "Madem em şopdarên rêya şehîdan in dê komployên li hemberî têne kirin bi ser nekevin."

Piştî axaftinan navên şehîdên meha Cotmehê yên ji bajarê Hesekê hatin xwendin.

Merasîm bi dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

ANHA