4. Festîvala Şehîd Hogir li bajarê Qamişlo li dar ket

Çalakiyên Çaremîn Festîvala Çand û Hunerê ya Dicle û Firtê ya Şehîd Hogir bi dirûşma "Serî hildin.. Efrîn rizgar bikin" li Stada 12‘ê Adarê ya bajarê Qamişlo li dar ket.

4. Festîvala Şehîd Hogir li bajarê Qamişlo li dar ket
4. Festîvala Şehîd Hogir li bajarê Qamişlo li dar ket
4. Festîvala Şehîd Hogir li bajarê Qamişlo li dar ket
4. Festîvala Şehîd Hogir li bajarê Qamişlo li dar ket
4. Festîvala Şehîd Hogir li bajarê Qamişlo li dar ket
4. Festîvala Şehîd Hogir li bajarê Qamişlo li dar ket
4. Festîvala Şehîd Hogir li bajarê Qamişlo li dar ket
4. Festîvala Şehîd Hogir li bajarê Qamişlo li dar ket
30 cotmeh, 2018   19:07

QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo, ciwanên herêmên Rojava û Bakurê Sûriyê, Şêwirmendê Karûbarên Sivîlan a Fermandariya Giştî ya QSD‘ê Rêzan Gulo û Hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê ya herêma Cizîrê Hemrîn Elî beşdar bûn. Her wiha komên ciwanan bi cil û bergên xwe yên filklorî beşdarî festîval bûn.

Li qada festîval sembolên ku çand û kevneşopiyên gelê herêmê nîşan dide hatin daliqadin.

Çalakî bi axaftina Hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê ya herêma Cizîrê Hemrîn Elî dest pê kir. Hemrîn Elî anî ziman ku Şoreşa Rojava ya ku heya niha berdewam e bi hêz û îradeya ciwanan mezin dibe, ev şoreş berdewam e ta hêzên dagirker ji tevahî Sûriyê werin derxistin.

Hemrîn got: " Ji ciwanan tê xwest ku fikrê demokrasiyê belav bikin da ku ji hemû pirsgirêkên welatên Rojhilata Navîn re bibe çareser û çand û hunera herêmê biparêzin."

Piştî axaftina Hemrîn Elî, koma Şehîd Stêrvan starnên kurdî gotin, beşdran jî li ber strnan xelekên dîlanan gerandin.

Di festîval de, Koma Avesta Xabûr şanoyeke li ser jiyana şervanên tevgera azadiya Kurdistanê li çiyayên Kurdistanê û şerê li hemberî dagirkeran pêşkêş kirin.

Her wiha koma Şehîd Îmad El-Mihawis a ji bajarê Reqayê hatiye bi cilên xwe filklorî helbest li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwendin û stranên Erebî gotin.

Di dawiya festivalê de, Koma Ciwanên MSD‘ê şanoyek pêşkêş kir. Şano qala rewşa dawî li Sûriyê, destwerdanên hêzên derve bi armanca berjewendiyan li ser hesabê xwîna gelê Sûriyê dike. Her wiha rola neyinî ya Tirkiyê di kurkirina aloziyê de diyar dike.

Çaremîn Festîvala Çand û Hunerê ya Dicle û Firatê ya Şehîd Hogir pêş çend rojan li kantona Kobanê hatibû li darxistin. Tê payîn ku dê di demên pêş de li kantona Hesekê were lidarxistin.

ANHA