Li Hesekê semînerek li ser nexweşiya penceşêra pêsîrê hate dayîn

Komîteya Jinê ya Meclisa kantona Hesekê semînerek derbarê “Penceşêra pêsîrê" û çawaniya parastina ji wê nexweşiyê organîze kir.

Li Hesekê semînerek li ser nexweşiya penceşêra pêsîrê hate dayîn
Li Hesekê semînerek li ser nexweşiya penceşêra pêsîrê hate dayîn
Li Hesekê semînerek li ser nexweşiya penceşêra pêsîrê hate dayîn
30 cotmeh, 2018   13:35

HESEKÊ

Nexweşiya penceşêrê ji nexweşiyên herî xeter e û li gelek dewletên cîhanê belav bûye. Her wiha yek ji nexweşiyên herî zêde ku jinê pê dikeve. Rêjeya wê ji sedî 16 ye.

Li Bakurê Sûriyê ev nexweşî di demên dawî de di nava jinan de belav bûye, bê ku jin zanibin bi wê nexweşî ketiye. Ev yek jî ji ber ku jin sedema pêketina vê nexweşiyê nizane.

Di vê çarçoveyê de Komîteya Jinê ya Meclisa Kantona Hesekê semînerek bi navê "Nexweşiya pêsîrê" li hola Navenda Xabûr a Çand û Huner a bajarê Hesekê lidar xist. Bi dehan jinên bajar, sazî û meclisên sivîl tev li semînrê bûn.

Di semînerê de textora nexweşiyên jinan Dîlber Dawûd axivî û destnîşan kir ku sedemên nexweşiya penceşêra pêsîrê wîrasî ne û dibe ku nexweşî ji dayikê biçe keça wê jî.

Dîlber diyar kir ku hermûnên di hindek îlacên ku jin dixwin, xwarin û vexwarinê dibe sedemên ku ev nexweşî bi jinan re çêbibe.

Dîlber destnîşan kir ku ji ber jin vê nexweşiyê paşguh dikin û xwe bi awayekî sîstematîk serdana textoran nakin û li xwe nanêrin, taybet piştî anîna zarokan,  dibe sedama ku jiyana xwe ji dest bidin.

Dîlber hindek agahî li ser çawaniya parastina ji nexweşiya penceşêra pêsîrê ji jinan re diyar kir û da zanîn ku ger werimek li  di sîng de derkeve, pêwîste yekser jin biçe gel textoran.

Di dawiyê semînerê de textor Dîlber Dawûd bersiva jinên hazir der barê wê nexweşiyê de, çawaniya parastina ji nexweşiyê, da.

(bx)

ANHA