Mazot li şêniyên Dirbêsiyê tê belavkirin

Komîteya Sotemiyê ya navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê mazotê li nêzî 2 hezar û 700 malî belav kirin, belavkirin hê jî didome.

Mazot li şêniyên Dirbêsiyê tê belavkirin
Mazot li şêniyên Dirbêsiyê tê belavkirin
30 cotmeh, 2018   14:21

HESEKÊ

Komîteya Sotemiyê bi hevkariya komînan mazotê li şêniyan belav dike. Her malbatek bermîlek mazot digre.

Hevserokê Komîteya Sotemeniyê ya navçeya Dirbêsiyê Hisên El-Elî diyar kir ku mazot li nêzî 2 hezar û 700 malbatên navçeyê hatiye belavkirin û desntîşan kir ku hê jî nêzî hezar malbatî mane ku mazotê dê li wan  were belavkirin.

El-Elî destnîşan kir ku ew jî bo malbatên gundên ku rêyên wan di zivistanî de girtine du bermîl mazot didin û anî ziman ku piştî beşê yekem ê belavkirinê bi dawî bibe dê dest bi belavkirina beşê duyamîn bike.

(bx)

ANHA