Kedkarê çapemeniya azad Kadrî Kaya hate oxirkirin

Kedkarê Çapemeniya Azad Mamoste Kadrî Kaya li Amedê hate veşartin. Yekîtiya Ragihandina Demokrtîk (YRD) jî ji bo wefata Kadrî peyameke nivîsekî weşand û sersaxî xwest.

Kedkarê çapemeniya azad Kadrî Kaya hate oxirkirin
30 cotmeh, 2018   12:41

NAVENDA NÛÇEYAN

Keddarê çapemeniya azad mamoste Kadrî Kaya hat veşartin. Parlementer Tayyîp Temel di merasîma cenaze de axivî û diyar kir wê jiyana mamoste Kadrî ji bo wan bibe mînak û got: "Wê jiyana wî ji bo keddarên çapemeniya azad bibe rêber."

Keddarê çapemeniya azad mamoste Kadrî Kaya, duh li Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Egeyê ku ji ber nexweşîna pençeşêrê tedawî dibû çû ser dilovaniya xwe. Cenazeyê mamoste Kadrî bi balafirgehê ji Îzmîrê anîn Amedê. Cenaze ji aliyê malbat, keddarên çapemeniya azad û hezkiriyên mamoste Kadrî ve hat pêşwazîkirin û paşê anîn mizgefta Goristana Yenîkoy a Baxlarê. Xebatkarên DÎHA'yê ya bi BHQ'ê hat girtin û mamoste Kadrî 13 salan nûnertiya wê kir, parlementerên HDP'ê Tayip Temel, Dersim Dag, Saliha Aydenîz û gelek siyasetmedar, endamên Egîtîm-Sen, rojnamevan û şanoger tev li merasîma cenaze bûn.

Polîsan wesayîta cenaze ya cenazeyê mamoste Kadrî tê de bû, ji balafirgehê heta goristanê şopandin û wêneyên kesên tev li merasîmê bûn kişandin. 

Li mizgeftê piştî wecîbeyên olî pêk hatin, kedkarên çapemeniya azad cenazeyê Mamoste Kadrî li ser milê xwe kirin û birin goristanê. 

Berdevkê Înîsyatîfa Rojnamevanên Azad (ÎRA) Hakki Boltan, di merasîma cenaze de axivî û diyar kir ku mamoste Kadrî tim dabû pêyî heqîqetê. Boltan, anî ziman ku mamoste Kadrî ev yek wekî mîrate ji kedkarên çapemeniya azad re hiştiye û ew minedarê wî ne. Boltan got: "Mamoste rê û têkoşîn hoyî me kir. Em kedkarên çapemeniya azad, em ê heta dawiyê têkoşîna wî bidin bidomînin û geş bikin. Bi gotina Apê Mûsa 'Êdî Bes e', em ê vê têkoşînê bidomînin. Mamoste tim mafê nûçewergirtinê ya gel diparast û em ê jî di vê rêyê de bimeşin. Me soz da mamoste û hevrêyên wî. Oxir be mamoste."

 Parlementerê HDP'ê yê Wanê Tayip Temel ku bi salan ew û mamsote Kadrî bi hev re xebitîn, destnîşan kir ku Kaya wisa  bi hêsanî navê mamoste negirtiye û got: "Di 15 salên dawî de kî ava çapemeniya azad vexwaribe, pêşî bi keda mamoste Kadrî vexwariye. Em nikarin vê mîrateya pîroz û pak a mamoste bi peyvan bînin ziman. Taybetiya herî mezin a mamoste ew bû ku, bê şik û guman bû û bêtirs, ji bo heqîqetê têdikoşiya. Bû parêzvanê kedarên çapemeniya azad. Li hemberî zext û zoriyên dewletê, ji bo hemû rojnamevanan xwe kir sîper. Em careke din soz didin, ew têkoşîna pîroz a ji me re hiştiye, dê ji bo çapemeniya azad bibe mîrateya sereke. Wê jiyana wî ya abîdeyî ji bo me bibe mînak. Wê jiyana wî ji bo keddarên çapemeniya azad bibe rêber. Bila serê çapemeniya azad, serê kedkarên çapemeniya kurd û malbata wî sax be." 

Piştî axaftinan kedkarên çapemeniya azad qurnefîl danîn ser gorê.

Merasîma sersaxiyê yê mamoste Kadrî li Mala Şînê ya Şaklatê ye.

Ji aliyekî din ve jî, Yekîtiya Ragihandina Demokratîk bi peyamekê sersaxî ji bo Kadrî Kaya xwest.

Peyama YRD`ê wiha ye:

“Mamoste Kadrî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, di kelepora Ozgur Gundem û çapemeniya azad de kedeke mezin daye. Di salên 1990’î de dema ku faşîzma dewleta Tirk li dijî çapemeniya Kurdan êrîşên xwe xurt kiriye, Mamoste Kadrî ketiye nav hewldana ku kesên nû tevlî nav çapemeniya Kurdî bike. Mamoste Kadrî hemû tecrubeya xwe bi hevalên xwe re par ve dikir. Mamoste Kadrî nirxên civakê parastiye û ji bo ku ev bihistyarî di nav hevalên wî de pêk were, hewl daye.

(…) Mamoste Kadrî li paş xwe bi sedan kedkarên çapemeniya azad hiştiye. Heke îro xebatên çapemeniya azad dimeşin, ev berhemeke keda Mamoste Kadrî ye. Em jî sozê didin wî ku, di her warî de em ê bibin kedkarên rojnamegeriya azad. Malbata wî di serî de, em sersaxiyê ji kedkarên çapemeniya azad û gelê xwe re dixwazin.”

(kc)