Ji ber şerê rejîm û DAIŞ`ê ew felc bû

Koçberê bi navê Welîd El-Hesen dema şivan bû û keriyê pez dibir çêrgehê di encama guleyekê de di piştê wî de birîndar bû û felc bû. Niha li ser rê basteyek vekiriye û debara xwe dike.

Ji ber şerê rejîm û DAIŞ`ê ew felc bû
Ji ber şerê rejîm û DAIŞ`ê ew felc bû
30 cotmeh, 2018   11:35

HEMED EL-MISTEFA-FECIR EL-XALID / REQA

Welîd Hisên 36 salî ye û ji beriya salekê ve ji başûrê gundewarê Helebê koçber bûye û li bajarê Reqayê bi cih bûye. Wekîd beriya 4 salan dema keriya pez dibir çêrgehê rastî pevçûnên di navbera hêzên rêjîmê û DAIŞ'ê de hat û di encamê de bi guleyekê di piştê xwe de birîndar bû û her du lingên wî felicîn.

Piştî hilweşandina malê Welîd di encama topbarana hêzên rêjîmê de, Welîd û tevî malbata xwe bi hêviya dermankirinê berê xwe dan bajarê Reqayê.

Lê dema Welîd dereng gihaşt bajarê Reqayê û di encamê de bi filca nîvê ket û kursî bikar anî.

Welîd bi hewcedariya zêdetirî niştergeriyekê ye. lê ji ber rewşa madî ya dijwar nikare xwe li gel bijîşkên pispor derman bike.

Welîd ji bo peydakirina debara xwe û xwişka xwe li ser riya gundê El-Qahtaniyê di firotina benzîn û caxreyan de dixebite. Her wiha di bin konekî de ku wan ne ji germa havînê û ne ji serma zivistanê diparêze dijîn.

Welîd behsa azar û hewcedariyên xwe kir û wiha axivî: "Li beyarên Hemayê ez şivan bûm. Di şerên ku di navbera DAIŞ'ê û rêjîmê rû dane de ez di piştê xwe de birîndar bûm. Di encamê de her du lingên min felic bûn. Êdî min nikarî beşa xwe ya jorîn bilebitanda û rewşa min her ku diçe dijwartir dibe."

Welîda wiha domand: "Ez niha li ser kursiyekî tevger dikim û ji bo peydakirina debara xwe min basteyek firotina benzîn û caxre vekir. Ez bi hewcedariya gelek niştergeryan im û ji ber rewşa madî ya dijwar ez nikarim xwe derman bikim. Ez bang li rêxistinên mirovî dikim ku rewşa min di ber çavan re derbas bikin û alîkariya min bikin."

(şx)

ANHA