Ji kavilan jiyan afirand

Pişît ku çeteyan milkê wê talan dikin, ji kavilên li ser rê dikanek vekiriyê û pê debara malbata xwe dike, dibêje ku ew ê têkoşîna xwe ya li hemberî şert û mercên dijwar bidomîne ta Efrîn rizgar bibe

Ji kavilan jiyan afirand
Ji kavilan jiyan afirand
Ji kavilan jiyan afirand
Ji kavilan jiyan afirand
Ji kavilan jiyan afirand
30 cotmeh, 2018   11:34

CAFER CAFO-XANDÎ ELO / ŞEHBA

Jina bi navê Xalîda Hisên ji şêniyên Efrînê ye. 55 salî ye û mînaka jina Efrînê ya berxwedêr e. Jiyana di dikenkê de û vekirina bestayekê ji bo peydakirina debara malbat xwe ji jiyana di bin zulma dagirkeran li Efrînê pejirand.

Xalîda Hisên ji navçeya Cindirêsê ye. Ji zû de hevserê wê miriye. Niha tevî 7 zarokên xwe di dikanekê de li ser riya gundê Babnisê yê girêdayî navçeya Fafîvê dijî. Xalîda mîna bi sed hezaran ji şêniyên Efrînê di 18'ê Adarê de piştî dagirkirina Efrînê, neçar ma ji malê xwe derkeve û li herêmên Şehbayê bi cih bû.

Li gel dayîka Xalîda 400 darên zeytûnê hebûn. Lê dagirkeran hejmarek ji darên wê hilkirin û şewitandin. Piştî ku li Şehbayê bi cih bû û ji bo ku bastayekî vebike û debara malbata xwe ya rojane bike, 150 hezar lîreyên Sûriyeyê deyn kirin.

Têkildarî mijarê Xalîda destnîşan kir ku dagirkera milk û malê wê desteserkirin. Ji lew re tevî 7 zarokên xwe neçar ma ji Efrînê derkeve û wiha domand: "Ji bo ku ez muhtacê kesî nebim, min miqdarek pere deyn kir û basteyek ji bo firotina solan da ku qûta xwe ya rojane peyda bikim, vekir."

Her wiha Xalîda tekez kir ku ew heta rizgarkirina Efrînê di berxwedana xwe de berdewam in.

(şx)

ANHA