Çima ciwan ji çanda xwendinê dûrin?

Endamê Desteya Çand û Hûnerê ya Cizîrê Aram Alî diyar kir ku ev du sal in pêşangehan lidar dixin, li gorî dîtinên wan ciwan zêde balê nadin ser xwendinê û wiha got:“Divê saziyên me yên sivîl, siyasî, aborî  û heta komîn ji bo avakirina çanda xwendinê projeyan pêş bixin.”

Çima ciwan ji çanda xwendinê dûrin?
Çima ciwan ji çanda xwendinê dûrin?
Çima ciwan ji çanda xwendinê dûrin?
Çima ciwan ji çanda xwendinê dûrin?
30 cotmeh, 2018   07:32

BÊRÎTAN MEDUSA – SOZDAR XELÎL / HESEKÊ

Desteya Çand û Hûnerê ya Cizîrê 20’ê Tîrmeha  2018’an, pêşangeha Şehîd Herekol a pirtûkan li Qamişlo li dar xist. Li ser xwesteka rewşenbîr û pirtûkhezan niha  pêşangehek gerok li bajarên herêma Cizîrê li dar dixin.

Herçendî pêşangeh balek mezin dikişîne jî, li gor tê xwastin ciwan serdana pêşangehan nakin. Li gorî çavdêriya Endamê Desteya Çand û Hûnerê ya Cizîrê Aram Alî ku di amedekariya pêşangehan de cih digire, nifşê nû yanî ciwan kêm serdana pêşangehê dikin.

Aram diyar kir ku di nava 6 salên şoreşê de gelek weşanxaneyên Kurdî hatine vekirin û hêdî hêdî xwe digihîne asta pirtûkên Erebî û wiha got:“Eger em mînak bidin ji pêşangeha Şehîd Herekol hetanî niha nêzî 200 pirtûkên bi Kurdî hatine çapkirin.”

Aram destnîşan kir ku ev 2 sal in ew pêşangehan lidar dixin, tişta ku di pêşangehan de bala wan kişandî kesên temenê wan 40 û jor de zêdetir dixwînin ji kesên temenê wan ciwan.

Aram got ku helbet divê her kesên civakê de pirtûkan bixwînin û wiha dewam kir:“Lê dema em dibêjin ciwan pêşeroja civakê ye, divê zêdetir lêkolîn bikin û xwe nû bikin. Ciwanên ku dixwînin jî xwendekar an jî xebatkarên saziyên me ne. Gelek jî hene xwendekarin û ji bo waneyên xwe temam bikin tên pirûkan dibin. Yanî eşqeke ya xwendinê bi wan re zêde tune. Yan jî lêgerîna fikrek nû pir kêm e.”

‘Hêzên desthilatdar çanda lumpenîzmê di nava ciwanan de belav dike’

Aram da zanîn ku ciwan zêdetir xwendina elektironîk dikin û ew jî ne pirtûkan dixwînin û ev nirxandin kir:“Xwendina elektironîk jî ketin Facebook, ku jêre qaşo dibêjin medya civakî. Hêzên desthilatdar bi hemû hêza xwe ya medya, aborî û hwd çanda lumpenîzimê di nava ciwanan de belav dike. Bi hemû hêza xwe êrîşî çanda civakê dikin, ji bo ciwanan ji herêma wan û civaka wan dûr bixin. Em hêvîdarin ku ciwan ji vê vegerin û berê xwe bidin pirtûkan. Ji ber ku di pirtûkan de hilberîn heye, rastiya civaka me, tekoşîna bi salan heye. Ev pêşangeh jî piranî ji bo wan tên li darxistin.”

‘Divê em bi hemû saziyên xwe çanda xwendinê ava bikin’

Aram bal kişand ser pirsgirêkek balkêş ku di welat de pêşketiye û wiha got: “Niha gelek dewletên desthilatdar ji çar alî ve êrîşî me dikin. Ev jî dibe sedema ku bala me zêde li ser xwendinê çênebe. Li gel wê jî em ji ciwanan ne bê hêvî ne, lê divê em li hemberî vê jî xwendinê bikin çandek. Ji bo em vê bikin çand divê saziyên me yên siyasî, civakî heta komîn jî bibin alîkar ku em çanda xwendinê ava bikin.”

(kc)

ANHA