Şêniyên Şedadê şehîdên Şerê Tinekirina Terorê oxir kirin

Bi sedan şêniyên navçeya Şedadê cenazeyên 4 şehîdên QSD`ê oxir kirin û soza şopandina rêya wan da.

Şêniyên Şedadê şehîdên Şerê Tinekirina Terorê oxir kirin
Şêniyên Şedadê şehîdên Şerê Tinekirina Terorê oxir kirin
Şêniyên Şedadê şehîdên Şerê Tinekirina Terorê oxir kirin
Şêniyên Şedadê şehîdên Şerê Tinekirina Terorê oxir kirin
Şêniyên Şedadê şehîdên Şerê Tinekirina Terorê oxir kirin
Şêniyên Şedadê şehîdên Şerê Tinekirina Terorê oxir kirin
Şêniyên Şedadê şehîdên Şerê Tinekirina Terorê oxir kirin
29 cotmeh, 2018   11:46

HESEKÊ

Şêniyan cenazeyên 4  şehîdan Hisên El-Mihemd (Şahîn), Derwîş Ebîd (Doxan Şedadê), Basil El-Şêx (Hayîl) û Hisên El-Salih (Xîtab Şedadê) ji pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê wergirtin û bi karwanekî tirimbêlan ber bi Goristana Şehîdên Şedadê ve ketin rê.

Piştî ku karwan gihaşt goristanê, merasîmê bi toraneke leşkerî dest pê kir. Paşê, bi navê YPG`ê fermandar Mecid Şedadê û bi navê Saziya Malbatên Şehîdan Nacî Necûm, axaftin kirin.

Axaftvanan sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û wiha got: "Bi saya şehîdên me, em bi azad û bi rûmet dijîn." Axaftvanan soza şopandina rêya şehîdan da ku ew ê armancên wan pêk bînin.

Paşê wesîqetên şehîdan ji aliyê endama Saziya Malbatên Şehîdan Ayet Ibrahîm ve hatin xwendin û radestî malbatên şehîdan hatin kirin.

Piştre di nava tilîliyên dayikan û dirûşmên `Şehîd namirin` de her çar şehîd hatin oxirkirin.

(jo)

ANHA