Bi karên xwe îradeya xwe vegotin: Em ciyawaz in

Bi dirûşma "Astengdariya te çi be jî tu ciyawaz î" Navenda Cîhana Zarokên Astengdar şaxa Qamişlo ya girêdayî Desteya Jinan a herêma Cizîrê duyemîn pêşangeha salane ya kar û xebatên destan ku 45 zarokên navendê amade kirine, li dar xist.

29 cotmeh, 2018   12:04

QAMIŞLO

Navenda Cîhana Zarokên Astengdar şaxa Qamişlo ya girêdayî Desteya Jinan a herêma Cizîrê bi dirûşma "Astengdariya te çi be jî tu ciyawaz î" duyemîn pêşangeha salane ya kar û xebatên destan ku 45 zarokên navendê amade kirine, li dar xist. Pêşangeh îro li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê hate vekirin. Pêşangeh pêşxistina afirîneriya zarokên astengdar di nava civakê de armanc dike.

Pêşangeh ji aliyê hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk Emîne Umer, seroka Desteya Jinan a herêma Cizîrê Rûken Ehmed û cîgira wê Evîn Qafûr û bi dehan malbatên zarokên astengdar û welatiyên bajêr ve hate vekirin.

Di pêşangehê de kar û xebatên destan ên zarokên astengdar ên girêdayî Navenda Cîhana Zarokên Astengdar şaxa Qamişlo ya girêdayî Desteya Jinan a herêma Cizîrê hatin pêşandan.

Di merasîma vekirina pêşangehê de seroka Desteya Jinan Rûken Ehmed bixêrhatina beşdaran kir û wiha got: "Astengdariyên laş tu carî li pêşiya pêşketin û afirîneriya mirovan nabin asteng. Di dîrokê de gelek afirîner hene ku astendarî di laşê wan de hebûn, lê bi saya fikra xwe civakên xwe gihandin astên bilind.” Rûken Ehmed da zanîn ku ew wek Desteya Jinan ji destpêka şoreşa Rojava ve xwedî li zarok û jinan derdikevin ji ber ku di serdemên şoreşan de ew tên paşguhkirin.

Piştre deriyê pêşangehê ji aliyê zarokekî astengdar ve hate vekirin û welatî di nava pêşangehê re geriyan.

Di tabloyên zarokan de ku hatine pêşandan, diyar dibe ku zarokan hestên xwe di van tabloyan de vegotine û ev kar û xebatên xwe bi baldarî amade kirine.

Di karên zarokan de her wiha girêdana van zarokan bi çand û kevneşopiya xwe ve nîşan dide. Di pêşangehê de her wiha zarokên ker û lal dîmeneke dîlanê pêşkêş kir ku ji aliyê rêveberên navendê ve hatibûn perwerdekirin. Her wiha şanoyeke der barê kevneşopiya herêmê de pêşkêş kirin.

Pêşangeh dê heta 30'ê Cotmehê berdewam bike.

ANHA