Ji Koordînasyona Jinan a Heyva Sor li dijî cînayetên namûsê daxuyanî

Koordînasyona Jinan a Heyva Sor a Kurd piştgiriya xwe ji bo qurbaniyên ku bi îdiaya namûsê hatine kuştin ragihand û bang li hemû rêxistinên navneteweyî kir ku li dijî vê diyardeyê tev bigerin.

Ji Koordînasyona Jinan a Heyva Sor li dijî cînayetên namûsê daxuyanî
29 cotmeh, 2018   11:45

QAMIŞLO

29'ê Cotmehê roja cîhanê ya piştgiriya ji bo qurbaniyên sûcên namûsê ye û ji bo piştgiriya bi qurbaniyên vî sûcî re, Koordînasyona Jinan a Heyva Sor a Kurd daxuyaniyek da. Daxuyanî li pêşiya parka giştî ya bajarê Qamişlo ji aliyê rêvebera koordînasyonê Ceylan Îbrahîm ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Di 29'ê Cotmeha 2009'an de dadgeha rêjîma Sûriyeyê kujerek ku xwişka xwe kuştibû, bê sûc bi nav kir. Li ser vê yekê Navenda Çavdêriya Jinan a Sûriyeyê ev roj wek “roja piştgiriya bi qurbaniyên sûcên namûsê re ya cîhanê” bi nav kir ku bi dirûşma 'Da ku em wê rojê ji bîr nekin û ev sûc nebe dîrokeke reş, eger em hemû bi erka xwe ranebin û hincetan negirin' pêk hat.

Sûcdariya namûsê sûcekî mêran e ku di nav malbatê yan xizimtiyê de ye û dema jinek karekî derexlaqî wekî zinakarî dike, sûcdar sûcê xwe pêk tîne û îdia dike ku ew namûs û şerefa xwe diparêze.

Em wek Koordînasyona Jinan a Heyva Sor a Kurd bi piştgiriya xwe bi qurbaniyên vî sûcî re radigihînin. Berdewama kuştina der heqê jinan de di bin navê namûsê de, lawazbûna qanûnên di parastina jinan û keçikan de berdewam dike."

ANHA